Di gaveke girîng de ku rengvedana pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê ye li ser asta navdewletî, bilindtirîn nîşaneya rêzlênana medenî ya Komara Îtalyayê pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî hate kirin. Ev bûyera dîrokî ku berhema hewildanên berdewam ên Serokê Herêmê ye bo çespandina aştî û pêkvejiyanê, karvedanên erênî yên zêde li pey xwe anîn û bûye cihê serbilindiyeke mezin bo Kurdên diyasporayê. Di vê çarçoveyê de û wek derbirîna xweşdivî û rûmetê, Konfederasyona Revenda Kurdistanî peyameke pîrozbahiyê ya germ û taybet pêşkêşî rêzdar kiriye.
Eve jî naveroka wê peyamê ye:
Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê
Bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, em germtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî cenabê we dikin bi helkefta pêşkêşkirina bilindtirîn nîşaneya rêzlênana medenî ya Komara Îtalyayê ku madalyaya “Sûwarê Xaçê Mezin” e ji bo we yên rêzdar.
Wergirtina vê xelata mezin ku li gorî yasaya jimare 13 ya sala 2011 ya Îtalyayê hatiye rêkxistin û rasterast bi biryara Serokkomarê wî welatî tê dayîn, belgeyekî rûn e li ser siyasetên bêhempa yên Herêma Kurdistanê ku Herêma Kurdistanê kiriye nîştimanê aram ê pêkvejiyan, lêborînî û ewlehiyê.
Wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî li seranserê cîhanê, em gelek serbilind in bi vê destkefta dîplomatîk a mezin. Dîtina navê Serokê Herêma Kurdistanê di rêza wan serkirde û kesayetiyên bi bandor ên cîhanê de ku ev xelat wergirtine, nîşana wê rastiyê ye ku hewldanên we yên berdewam di pênavê diyalog, aştî û geşepêdana peywendiyan ligel Ewropayê, berhemên zêrîn hebûne.
Em hêviya serkeftina berdewam ji bo we dixwazin di xizmetkirina zêdetir a gel û nîştiman û bilindkirina navê Kurdistanê di navendên navdewletî de.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
8’ê Tîrmeha 2026’an
