KDC

Dadgeheke Almanyayê cezayê giran li jin û mêrekî berê yê DAIŞê birî

 

Di biryareke girîng de ku nûçeyeke gelek xweş e ji bo qurbaniyên destê terorê û mirovahiyê, Dadgeha Bilind a Herêmî li bajarê Munchen a Almanyayê, cezayê girtina hetahetayî li mêrekî Iraqî û cezayê 9 sal û nîv girtinê ji bo hevjîna wî ya berê derxist.

Ev biryar piştî wê yekê tê ku salên berê di rêza çekdarên DAIŞê de, du keçên zarok ên Kurd ên Êzidî wek kole hatibûn bikaranîn û hovane’tirîn cureyên îşkence û destdirêjiyê li wan hatibû kirin.

Li gor daxuyaniya dadgehê û dozgeriya giştî ya federal a Almanyayê, tawanbar ev in: Twana H. yê 43 salî ku bi Ebu Ebdullah tê naskirin, ligel Asya R. ya 29 salî. Ev her du kes di navbera salên 2015 bo 2017an de li wan deverên Iraq û Sûriyê yên ku di bin desthilata DAIŞê de bûn, pêşî keçikeke 5 salî û paşê jî keçikeke 12 salî ya Kurd a Êzidî wek kenîzek û kole ragirtine.

 

Di pêvajoya dadgehkirinê de hûrgiliyên gelek dilêş eşkere bûne, ku nîşana xwezayî ya wan tawanên ku li hember wan zarokan hatine kirin e. Derketiye holê ku her du keçik neçar bûne her tim karê malê bikin û bi zorê bîr û baweriya DAIŞê ji wan re hatiye gotin. Dozgeriya giştî ew yek xistiye rojevê ku Twana çend caran destdirêjiya seksî li her du keçan kiriye. Ya ku cihê sosretê ye ew e ku Asya ya hevjîna wî ne tenê rê nedaye, lê belê bi xwesteka xwe jûr jê re amade kiriye û heta berî destdirêjiyan makyaj ji bo yek ji keçan kiriye.

Êşên van her du keçan tenê bi wê yekê nesekinîne, lê belê rû bi rûyê îşkenceya laşî ya giran jî bûne. Dadgehê ew yek selmandiye ku mêr bi qamçî li keçika mezin xistiye û jinê jî ava kelandî bi ser destê keçika biçûk de kiriye. Herwiha wek ceza gelek caran neçar kirine ku ji bo demeke dirêj li ser yek lingî rawestin.

Wek paşxaneya vê bûyerê û revîna tawanbaran, dema ku di dawiya sala 2017an de koma DAIŞê rû bi rûyê têkçûnê bû, ev jin û mêr ji Sûriyê reviyan. Li şûna ku keçên Kurd ên Êzidî azad bikin, bêrehmane radestî çekdarên din ên DAIŞê kirin. Piştî derbasbûna çend salan li ser wan tawanan, di nîsana 2024an de hêzên ewlehiyê yên Almanyayê karîn jinê li bajarê Regensburgê û mêr jî li herêma Rosê bigirin. Tevî wê yekê ku parêzerê jinê hewl dida behane bîne ku wekî tê gotin muwekîla wî bi zorê hatiye zewicandin û tu têkiliya wê bi DAIŞê re nebûye, lê dadgehê guh neda wan behaneyan.

Piştî pêvajoyeke dadgehkirinê ku sal û nîvekê dom kir, rastî bi temamî hatin selmandin û dadgehê bi awayekî fermî mêr bi tawanên jenosîd, tawanên li dijî mirovahiyê û tawanên şer ceza kir. Herwiha hevjîna wî ya berê jî bi piştgirîkirin û beşdarbûna di wan tawanan de tawanbar kir, da ku bibe dersek ji bo hemû wan kesên ku tawan li dijî mirovahiyê dikin.

___

Malpera fermî ya navenda Kurd li derve

KDC

Di Dîroka Swêdê De Yekem Car Jinek Bû Serokwezîr

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Australya bi fermî destûra karkirina li wî welatî wergirtiye

KDC