KDC

Parlementoya Qirgizistanê û Konfederasyona Revenda Kurdistanê behsa xurtkirina peywendî û pêkvejiyanê kirin

Li parlementoya Qirgizistanê pêşwaziyê li şandeyeke bilind a Revenda Kurdistanê hate kirin û mijara xurtkirina têkiliyan û pêkvejiyana aştiyane hate gotûbêjkirin.

22yê Tîrmehê, di pengaveke ji bo kûrkirina têkiliyên çandî û xurtkirina pêkvejiyana aştiyane de, hejmarek ji endamên parlementoya Qirgizistanê ligel Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanê li wî welatî civiyan û tekez li ser rol û pêgeha girîng a Kurdan di pêşvebirina civaka Qirgizistanê de kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîsîngeha ragihandina parlementoya Qirgizistanê, her du endamên parlementoyê Çolpon Îsenamanova û Gulcan Satiyeva, pêşwaziyê li Îsmaîl Kamîl, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanê û Remezan Seîdov, Serokê Revenda Kurdistanê li Qirgizistanê kirin.

Di vê hevdîtinê de atmosfereke dostane bi ser gotûbêjan de zal bû, tê de bal kişandin li ser çend mijarên girîng, di nav de xurtkirina yekîtiya di navbera neteweyên cuda de, berfirehkirina hevkariyên çandî û mirovî, her wiha hevahengiyeke zêdetir ji bo cîbicîkirina proje û destpêşxeriyên civakî yên hevbeş.

Nûnerên gel li parlementoya Qirgizistanê wê yekê anîn ziman ku welatê wan landikeke ji bo zêdetirê 90 neteweyên cuda ku bi aştî û yekîtiyê pêk ve dijîn, di vê çarçoveyê de jî amadebûna tevahiya parlementoyê nîşan dan ji bo piştgirîkirina her pengaveke ku xizmetê ji vê pêkvejiyanê re bike û têkiliya di navbera saziyên dewletê û revenda neteweyên din xurtir bike.

Di beramber de, Remezan Seîdov kurteyek li ser kar û çalakiyên Konfederasyona Revenda Kurdistanê pêşkêşî parlementeran kir, di heman demê de bal kişand li ser hewlên berdewam ên ku Kurdên niştecihê Qirgizistanê didin ji bo beşdarbûna di pêşxistina welêt de ji aliyê civakî, çandî û aborî ve, wek beşeke veneqetiyayî û çalak ji pêkhateya wî welatî.

Dîroka hebûna Kurdan li welatê Qirgizistanê û welatên din ên Asyaya Navîn vedigere sedsala borî, bi taybetî ji bo salên 30 û 40yên sedsala bîstan, di wê serdemê de û di bin desthilata Yekîtiya Sovyetê de, bi hezaran malbatên Kurd ji herêmên Qefqasyayê bi awayekî neçarî bo Asyaya Navîn hatin dûrxistin, tevî zehmetiyên qonaxa koçberbûnê, Kurdên Qirgizistanê karîne bi derbasbûna demê, xwe bi civaka nû re biguncînin, di vê pengavê de ew wek pêkhateyeke çalak têne dîtin û beşeke berçav ji wan di warên çandinî, bazirganî û xwendinê de şopa wan diyar e, ku li kêleka parastina ziman û çanda xwe ya resen, roleke erênî di avakirina aramî û geşbûna aborî ya Qirgizistanê de heye.

Çavkaniya nûçeyê li vê lînkê daye:

https://www.kenesh.kg/posts/17152

 

 

___

Navenda Rewanda Kurdistanî-Kanada beşdarî merasîma cenazeyê jineke Kurd bû

KDC

Li Opsala semînarek li ser navenda revendê hate pêşkeşkirin

KDC

SWÊD : ENDAMÊ KOMÎTEYA RAGIHANDINA NAVENDA REWANDA KURDISTANÎ SERDANA FREDRÎK MALM KIR

KDC