KDC

Komeleya 7 : Divê Talîban Pêşî Li Welatiyên Ku Dixwazin Welêt Biterikînin Negire

Serokwezîrê Birîtanyayê Boris Johnson dibêje ku ew heft kom li ser planekê li hev dikin ku bi Talîbanê re li hev bikin û şertê yekê yê rêkeftinê ew e ku divê şervanên Talîbanê rêyeke ewle ji bo Afganîyên ku dixwazin ji wî welatî derkevin. Piştî 31 Tebaxê dê ev were kirin.

Johnson piştî civîna ji Komeleya 7 got, “Komeleya ji 7 endaman, ne tenê li ser xebatên xwe yên hevpar ên ji bo mijûlkirina veguhestina welatiyan, di heman demê de li ser nexşerêyeke ji bo çawaniya danûstandina bi Talîbanê re li hev kir.”

“Ji bo wan şertê yekem weke Komeleya 7 ew e ku divê garantî bikin û rê bidin welatiyan ku derkevin derveyî welat û ji 31ê Tebaxê û şûn de rêyên bi ewle ji bo kesên ku dixwazin derkevin were baş kirin.”

Hinek ji endamên Talîbanê dibêjin ew vê qebûl nakin lê hêvî dikin ku ew endamana têbigihên ji ber ku Komeleya 7 xwedî bandoreke girîng a aborî, dîplomatîk û siyasî ye.

Johnson tekez kir ku tiştê ew dibêjin divê Afganistan careke din nebe wek berê û bibe cihê terorê. Divê Afganistan nebe dewleteke narkotîkê, divê keç bixwînin.

___

Şandeya komîteya rêveber serdana berpirsê ofîsa rêxistina PDK’ê kir 

KDC

Yewnanîstan : Bi tometa sîxûrtiyê lêkolînek li ser qaçaxçiyan dike

KDC

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanê Derbarê Şehîdbûna Xezal Mewlan de

Harmn