KDC

Brîtanya 20 milyon Pound ji bo bihêzkirina parastina tixûban û rêgirtina li koçberan re vediqetîne

Hikûmeta Brîtanyayê ji bo rûbirûbûna pêla koçberiya neqanûnî û tundkirina rêkarên ewlehiyê, biryara veqetandina 20 milyon Pound da bo zêdekirina hêzên parêzvaniya tixûban li Fransayê.

Ev budceya taybet, armanca wê kontrolkirineke tund a tixûban û rêgirtina li wan kelekên biçûk e ku hewl didin di Kanala Îngilîzî re derbas bibin.

Rojnameya Guardian a Brîtanî belav kir, ev biryara hikûmetê di bin bandora wan zextên zêde de hatiye ku ji ber zêdebûna hejmara koçberan di demsala havînê de ketiye ser saziyên peywendîdar. Di heman demê de, derketina holê ya hin pirsgirêkên teknîkî di sîstema kontrolkirina tiliya destan de li xalên sînorî, astengî ji bo karên parêzvaniya tixûban derxistiye holê, ev jî bûye sedem ku London budceyeke zêdetir ji bo çareserkirina pirsgirêkan û zêdekirina karmendên kontrolê dabîn bike.

Pirsa koçberiya neqanûnî di riya Kanala Îngilîzî re, yek ji alozîtirîn dosyayên ewlehiyê yên di navbera Brîtanya û Fransa de ye. Salane bi hezaran koçber di rewşeke metirsîdar de û bi bikaranîna belem û kelekên biçûk hewl didin bigihîjin peravên Brîtanyayê. London hêvî dike ku di riya vê rêkara nû û bi hevahengiya digel Parîsê, bikaribe riyên koçberiyê sînordar bike û ewlehiya tixûbên xwe yên avî bihêztir bike.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

Balyozê Îsraîlê Li Behreynê Bi Wezîrê Parastinê yê Endonezyayê Re Civiyaye

KDC

swîsra: Be serperiştiya cêgirê serokê konfîdrasyonê, nawenda ( Zürich) hate damezrand.

Harmn

Agahdarî

KDC