KDC

Malpera L’essentiel bi giringî behsa merasîma rêzgirtina li qurbaniyên jenosîda Êzdiyan dike

Malpera (L’essentiel) ku giringiyê dide nûçeyên girîng ên Luksembûrg û cîhanê, di raporeke taybet de hûrguliyên merasîmeke bi rûmet belav kiriye ku ji bo bîranîna qurbanî û rizgarbûyên jenosîda Kurdên Êzdî hatibû amadekirin. Li gorî zanyariyên vê malperê, merasîm duh Sêşem 28ê Tîrmeha 2026an li paytexta Luksembûrgê hat lidarxistin, wek wefayek ji bo wan mirovên ku di Tebaxa 2014an de bûne qurbaniyê hovîtiya terorîstên DAIŞê.

Wekî di nûçeya malpera (L’essentiel) de hatiye, ev çalakî ji aliyê Navenda Revenda Kurdî li Luksembûrgê û Rêxistina (CID Fraen an Gender) ve û bi piştgiriya Wezaretên Wekhevî û Çandê yên wî welatî hatiye encamdan, armanc jê avakirina atmosfereke tijî hevsozî bûye ji bo gelê Kurdê Êzdî, bi taybetî ew jin û zarokên ku rastî tawanên wekî kuştin, revandin û koletiyê hatine.

Yek ji wan xalên balkêş ku malperê amaje pê kiriye, amadebûna jineke rizgarbûyî ya komkujiya Şingalê bûye di merasîmê de, ew jina ku niha li Fransayê niştecih e, bi vegêrana çîroka xwe ya tal û tijî êş, ku tê de hevjînê xwe ji dest daye, amadebûyan hejand, malperê tekez li ser wê kiriye ku ev şahidiya zindî, mezinahiya karesatên mirovî û berxwedana rizgarbûyan tîne bîra me.

Di beşeke din a raporta xwe de, malpera (L’essentiel) zanyariyên paşxanê derbarê vê mijarê de xistiye rû û amaje bi wê kiriye, jenosîda Êzdiyan hewldaneke rêxistinkirî ya DAIŞê bûye ji bo tunekirina vê pêkhateya Kurdî, herwiha wê yekê bi bîr aniye ku Parlemena Luksembûrgê di Mijdara 2022yan de bi dengên hemû endamên xwe, van tawanan wek jenosîd nasandiye, ev yek piştî wê yekê hatiye ku Neteweyên Yekbûyî û gelek welatên din heman helwêst li ber girtine.

Belavkirina vê babetê ji aliyê malpera (L’essentiel) ve, giringiya doza Kurdên Êzdî di asta navneteweyî de û giringîdana berdewam a welatê Luksembûrgê bi pirsa dadperwerî û mafê mirovan nîşan dide.

___

Hengavên Çalakkirina Konfederasyona Revenda Kurdistanî Li Amerîka Û Kanadayê 

KDC

Konfederasyona Rewanda Kurdistanî peyamek pîrozbayî şand bo Serokê PDK’ê

KDC

Konfederady Revenda Kurdistanî 85 Salvegera komkujîya Dêrsimê bi bîrtîne û helwêsta hukûmeta Turk şermezardike.

KDC