KDC

Çîroka dilhejîn a zarokekî 9 salî yê ji operasyona Enfalkirina Barzaniyan rizgarbûyî

Zarokekî rizgarbûyî yê operasyona Enfalkirina Barzaniyan, geştekî tijî êş ji bo kûrahiya dîrokeke reş dike û çîroka wî bi du peyvên ku di nava dilê mirinê de jiyana wî parastine vedibêje.

Davan Yehya Xelîl, di temenê 9 saliya zarokatiya xwe de, li şûna ku şahidê xweşiktirîn dîmenên jiyanê û xweşiyên jiyana zarokatiya xwe be, bûye şahidê yek ji mezintirîn tawanên dijî mirovahiyê di dîrokê de.

Davan dibêje: “Îro dema ez vê dîroka tal vedibêjim, hest dikim ku hemû birînên kevin careke din vedibin, tam 43 sal berê, tenê du peyvên sade bûn sedem ku ez niha li vir bim û wek şahidekî biaxivim.”

Wek ku ew bi xwe vedibêje, di wê rojê de ez tenê zarokekî 9 salî bûm, li beramber efserekî artêşa Iraqê rawestabûm ku dardestekî darîn di destê wî de bû, di wê serdemê de ew dîmenekî asayî bû, lê ew dar ji bo min pîvana mirin û jiyanê bû. Efser darik ji bo pîvandina bejna min bi kar anî, dixwest bizane ka ez ewqas mezin bûme ku wek mêrek bêm hesibandin û min bişînin çolan, piştî ku li min nihêrî, tenê got “baş nîne”, ez pir biçûk bûm ku bibim beşek ji karwana reş, ew du peyvan ez ji wê dojehê rizgar kirim ku tê de bi hezaran ruhên bêguneh hatin birîn.

Davan vedibêje, beriya wê sibeya şûm a 31’ê Tîrmeha 1983’yan, artêşa Iraqê bi barhilgirên mezin ên çêkirî yên Sovyetê bi ser kampên bi darê zorê de girtin û wek nêçîrê her çi mêr û kurê Barzanî hebû kom kirin, malbat di çav niqandinekê de parçe parçe bûn, bêyî ku kes bizane ka çi karesateke mezin li wan çolên bêdeng li benda wan e, paşê rastî derketin holê, zêdetir ji 8000 mêr û kurên Barzanî ber bi çolan ve hatin birin, li wir bi guleyên çekên giran hatin komkujkirin û bi Buldozer û Krederan bi saxî û mirî ax bi ser wan de kirin, dema ku ji Sedam Husên pirsîn derbarê wan Barzaniyan de, bi dilreqiya herî mezin got: “Wan xiyanet li niştiman kiriye û ber bi dojehê ve çûne.”

Ew zarokê 9 salî yê rizgarbûyî yê devera Barzan ku niha çîrokên dilhejîn ên jiyana xwe ya kêmwêne ji bo zarokên xwe jî vedibêje ne tenê ji bo her kesî, dibêje: “Ev tawan ne tenê kuştareke asayî bû, lê belê min di lêkolînên xwe de navê wê kiriye Dirûneya Mirovî. Rejîmê bi planeke darêjtî dixwest nifş li pey nifşî mêr û bav û kurên me ji nav bibe heta neteweyek bê dîrok û bê parastin bihêle, armanca wan kuştina bîranîn û nasnameya me bû, ji ber ku gelekî ku mezin û çîrokbêj û serkirdeyên wê nemînin, hêsantir dihele, lê wek ku min di pirtûka xwe de, Kurdistan: Jenosîd û Vejîn, amaje pê daye, gelê Kurd di nava wê ax û xweliyê de serê xwe hilda, nasnameya xwe parast û nehişt dîroka wî di bin axa çolan de bimire.”

Her wiha dibêje: “Bîranîna vê rojê ji bo min ne tenê xem û girî ye, belku berpirsiyariyeke mezin e li hember kesên ku di jiyanê de mane, em li derveyî welêt û li her cîhekî vê cîhanê bin, divê em van çîrokan bi zindî bihêlin, dirûşma ‘careke din na’, nabe ku tenê gotin be, divê bibe kirdareke rastîn ji bo rûbirûbûna sîtemê, îro em bîranîna wan 8000 mirovên ku qet venegeriyan himbêza dayikên xwe dikin, bîranîna hemû qurbaniyên jenosîda Kurd dikin, bila em rêzê li bîranîna wan bigirin, ne tenê bi peyvan, belku bi pabendbûna bi rastî û dadperweriyê ji bo parastina nifşên me yên bê, da ku careke din tu zarokek jiyana wî ji aliyê kujerek ve bi dardestekê neyê pîvandin û bendkirin”

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

___

Bang

KDC

32 Koçber Bûne Qûrbanî

KDC

Tahir Hewramî: Revenda Kurd Wek Pêşmerge Li Welatên Biyanî Parastina Mafên Kurdan Kiriye

KDC