KDC

Federasyona Diyasporaya Kurdistanî li Hollandayê û Saziya Sazleert hevkariya xwe pêş ve dibin

Bi mebesta afirandina derfetên çêtir ji bo fêrbûna ziman û lezkirina pêvajoya entegrasyona revenda Kurdistanî di nav civaka Hollandî de, Federasyona Diyasporaya Kurdistanî û saziya hînkarî ya (Sazleert) hewlên xwe yek dikin. Ev pêngav wek pireke girîng ji bo piştgirîkirina nûhatiyan û bihêzkirina pêgeha Kurdan li wî welatî tê zanîn.

Şandeke bilind a Federasyona Diyasporaya Kurdistanî li Hollandayê serdana saziya Sazleert kir, bi mebesta ji nêz ve agahdarbûn ji çalakiyên wan û gotûbêjkirina geşepêdana peywendiyan di warên perwerde û entegrasyona civakî de.

Şandeya ku ji xanim Rêhan Seîd (Seroka Federasyonê), Gohdar Botanî (Cîgirê Serok), xanim Suzan Fethulazade (Berpirsa Çalakiyan) û mamoste Dadewan Suleyman pêk dihat, ji aliyê rêveberiya Sazleert ve bi germî hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de nûnerên federasyonê ji nêz ve bi dîtin û stratejiya karkirina wê saziyê nas bûn, ku bi awayekî profesyonel li ser fêrkirina zimanê Hollandî û piştgirîkirina penaber û malbatên nûhatî kar dike, da ku bikaribin bi awayekî serkeftî di nav civaka nû de cihê xwe bigirin.

Di beşeke din a civînê de, guftûgoyeke hûr û berhemdar derbarê derfetên hevkariya dualî di paşerojê de hat kirin. Her du aliyan tekez li ser girîngiya hevahengiyê di warên hînkirin û pêşkêşkirina alîkariya niştecihbûnê de ji bo Kurdên niştecihên Hollandayê kirin.

Şanda mêvan pesna karên mirovî û zanistî yên Sazleert kir, bi taybetî di afirandina jîngeheke guncav de ji bo xwendekaran.

Di vê çarçoveyê de, Federasyona Diyasporaya Kurdistanî li Hollandayê spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî xanim Sazan, damezrêner û berpirsa rêxistina Sazleert kir ji bo wê mêvantiya dilsozane. Tê çaverêkirin ku ev hevdîtin bibe destpêkeke nû ji bo karkirina hevbeş û demdirêj ku xizmeteke mezin ji berjewendiyên tevahiya civaka Kurdistanî re li Hollandayê bike.

___

Mark Zuckerberg Bersiv Da

KDC

Hunermenda Kurd Wê Xelata WOMEXa Almanî Bistîne

KDC

Swêdê, Ji Ber Zewicandina Zarokekê Doz Li Dê Û Bavekî Vekiriye

KDC