KDC

Tîma Kurdistanê li Fînlandayê medalyaya zîv a Kupaya Tatê bi dest dixe

Tîma futbolê ya Kurdistanê li welatê Fînlandayê karî di turnûvaya navneteweyî ya Tat International Cup de asteke bêhempa pêşkêş bike û wek yek ji tîmên sereke yên xûlê, pileya duyemîn ji bo xwe misoger bike, ev serkeftin di nav komek tîmên bihêz ên neteweyên cuda de, şiyan û behremendiya werzişvanên Kurd ên diyasporayê nîşan dide.

Ew turnûva ku salane li bajarê Helsînkî ya paytext tê lidarxistin, bûye meydana hevrikiya tîmên neteweyên cuda yên niştecîhê wî welatî.

Tîma Kurdistanê di dirêjahiya lîstikên îsal de, bi planeke mukim û asteke bilind gav avêt û karî hemû qonaxan bi serkeftî derbas bike heta ku gihişt lîstika dawiyê.

Di wêstgeha dawî ya turnûvayê de, lîstikeke bihêz û tijî rikeberî di navbera tîma Kurdistanê û tîma Ghanayê de hate kirin, piştî hevrikiyeke tund û nîşandana teknîkeke werzişî ya bilind ji aliyê herdu aliyan ve, tîma Ghanayê karî serkeftinê bi dest bixe û bibe palewanê xûlê, li hember wê de tîma Kurdistanê bi şayisteyî pileya duyemîn û medalyaya zîv wergirt û wek yek ji tîmên herî diyar ên vê xûlê hate naskirin.

Kupaya Navneteweyî ya Tat yek ji çalakiyên werzişî yên girîng û navdar ên welatê Fînlandayê ye ku salane civaka diyasporayê li dora hev kom dike, ev xûl ne tenê pêşbirkeyeke werzişî ye, belku derfeteke girîng e ji bo danustandina çandî û bihêzkirina peywendiyên di navbera pêkhate û neteweyên cuda de di riya futbolê re, beşdariya berdewam a tîma Kurdistanê di vî rengî turnûvayan de, roleke bandorker digêre di nasandina nasnameya Kurdî û şiyanên ciwanên Kurd di qada werzişî ya navneteweyî de.

___

Yekemîn Kursa Zimanê Kurdî li Bajarê Leipzigê yê Almanyayê Dest Pê Kir

Karzan

Porê Xwe Wisa Ji Weşandinê Rizgar Bike

KDC

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan hişyariya binpêkirinên li dijî koçberan dide

Karzan