KDC

Li Viyenayê bîranîna 12 saliya jenosîda Êzdiyan hate lidarxistin

Mala Êzdiyan li paytexta Awusturya bi hevahengiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, merasîmeke taybet ji bo bîranîna 12 sal derbasbûna li ser jenosîda xwişk û birayên Êzdî li dar xist.

 

Roja yekşemê 02.08.2026an, li bajarê Viyenaya paytexta Awusturya merasîm hate lidarxistin, ku tê de bîranîn û bîreweriyên qurbaniyên jenosîda Êzdiyan, ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hate kirin, hatin bibîranîn. Di merasîmê de Dr. Mistefa Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Awusturya, Konsolê Iraqê û hejmarek ji parlamenterên Awusturyayî, nûnerên rêxistinên mirovî beşdar bûn.

 

Selîm Ezîz, berpirsê Mala Êzdiyan, ji malpera fermî ya KDC re ragihand, ku di çarçoveya merasîmê de, ji bilî gotaran, fîlmekî dokûmenterî jî hate nîşandan, ku beşek ji êş û rojên dijwar ên civaka Êzdî piştî êrîşa DAIŞê nîşan dide.

 

Wî amaje bi wê yekê jî kir, ku di gotara xwe de tekez li ser wê yekê kiriye, ku civaka Êzdî piştî êrîşa DAIŞê rastî karesateke mezin hatiye, lewma daxwaz kiriye, ku saziyên Iraqê û civaka navdewletî bêtir gavan ji bo piştgirî û çareseriya pirsgirêkên Êzdiyan bavêjin.

 

Di dawiya merasîmê de, beşdaran bîranîn û bîreweriya qurbaniyên jenosîda Êzdiyan nû kirin û tekez li ser parastina mafê netewe û olên cihêreng û rûbirûbûna tundûtîjî û terorê kirin.

___

ŞAHIYA NEWROZÊ LI RÛSIA

KDC

Çalakvan Cem Vazo Pîrozbahî Li Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir

KDC

Di Van Rewşan De Germkirina Xwarinê Bi Mîkrowave Xetere Ye

KDC