KDC

Berpirsê Federasyona Nivîskaran spasiya Seroka Yekîtiya Nivîskarên Almanyayê kir

Serdar Caf Berpirsê Federasyona Nivîskarên Kurdistanê – Diyaspora, bi nameyekê spasiya federasyona xwe pêşkêşî Xatûna Engels Seroka Yekîtiya Nivîskarên Almanyayê li Herêma Nordrhein-Westfalenê kir, ku navbihurî nameyeke pîrozbahiyê pêşkêşî Federasyona Nivîskaran kiribû, ew jî bi boneya lidarxistina yekemîn kongreyê bû.

Naveroka nameyê:

Spas ji bo pîrozbahiya kongreya me

Xatûna Hêja Engels, pîrozbahiya we ya ji bo kongreya me gihîşte destê me, bû cihê razîbûn û kêfxweşiya endam û mêvanên kongreyê, bi girîngiyeke mezin pêşwazî li peyama we hate kirin, bi baldarî me lê nihêrî.

Bedewnasîya çandan ji giyanê mirov ve çavkaniyê digire, ku di riya têkilî û karlêkirina bi hev re de digihîje hev û pêş dikeve, ji ber ku em ser bi du çandên cuda ne, girîng e ku em derbarê hev de bizanibin, ev jî di riya diyaloga hevdem de dikare bi dest ve bê, her wekî we berê jî amaje pê kir, têkiliyên me ji bo me gelek girîng in, bi hemû kelecaniya xwe ve li benda kûrtirbûn û berfirehbûna wê ne.

Careke din spas ji bo peyam û pîrozbahiya we

Di gel rêzên me

Serdar Caf
Berpirsê Federasyona Nivîskarên Kurdistanê – Diyaspora

___

Serokê Konfederasyona serdana Kitêbxaneya kurdî li Stockholmê

Harmn

Swêd: Şanda Konfederasyonê beşdarî 36emîn salvegera şehîd Dr. Qasimlo kirin

Harmn

Navenda Rewanda Kurdistanî-London beşdarî xwepêşandanê bû 

KDC