KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya 21 saliya damezrandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî

 

Birêzan li Serokayetî û Desteya Rêveber a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî

Bi boneya derbasbûna 21 salan li ser damezrandina Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û hemû karmend û xwebexşên dezgeha we ya mezin dikin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di nav 21 salên temenê xwe yê tijî serwerî de, ne tenê wek saziyeke mirovî ya çalak li ser qada kar derneketiye, belku wek balyozekî rastîn ê gelê Kurd û nasnameyeke navneteweyî ya geş, peyama aştî, mirovdostî û kûrahiya fikra niştimanî ya Kurdistanê gihandiye cîhanê, ev dezgeha ku ji dibistana resen a Barzanî û felsefeya mirovdostaneya Barzaniyê nemir hatiye pêkanîn, karîbûye li ser bingeha xizmetkirina mirovan bê cudahî, bibe penageheke aram ji bo lêqewimiyan, koçber û hejaran li navxwe û li ser asta cîhanê de jî.

Em li Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi rûmetê ve li hewlên we yên bêwestan dinêrin ku we kariye di rêya karên xwe ve, Kurdistanê wek neteweyeke zindî û bexşende bi civaka navneteweyî bidin nasîn.

Di demek de ku em bîranîna 21 saliya damezrandina vê navenda bi rûmet dikin, em piştgiriya xwe ya tevahî ji bo peyam û armancên we yên pîroz dubare dikin, hêviya berdewamî û geşbûneke zêdetir ji bo we dixwazin di karwana xizmetguzarî û bihêzkirina bingehên mirovahiyê li Kurdistan û cîhanê de.

Serbilind û serkeftî bin bi navê xizmeta mirovayetî û Kurdistanê de.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
04ê Tebaxa 2026an

___

Ji Ber Trump, DYA Wê Bi Mîlyon Dolaran Tazmînat Bide Penaberan

KDC

Serokê Navenda Rewanda Kurdistanî-Düsseldorf, Almanya beşdarî merasîma cenazeyê Elî Qazî bû 

KDC

Du Welatên Ewropayê Bi Talîbanê Re Danûstandinan Dikine

KDC