KDC

Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê dawî bi erkên xwe anî

Konsolosxaneya Giştî ya Almanyayê li Hewlêrê vîdeoyek xatir xwestinê ya konsulê welatê xwe belav kiriye, hevdem berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêmê ji bo rêzgirtina ji hewldanên wî yên dîplomatîk di dema karê wî de, pêşwaziyê lê kir.

Konsolosxaneya Giştî ya Almanyayê li Herêma Kurdistanê vîdeoyek belav kiriye ku tê de Albrecht von Wittke, Konsolosê Giştî yê Almanyayê, bi hilgirtina alên Kurdistan û Almanyayê li nav bazar û cihên çandî û keleporî yên bajarê Hewlêrê digere. Wittke di peyama xwe de spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ji bo ewlehî û mêvandariya ku di dema karê wî de nîşan dane, navborî amaje bi wê yekê kiriye ku kar kirina li Herêmê wek Konsulê Giştî rûmeteke mezin bûye ji bo wî û piştrast kiriye ku têkiliyên di navbera her du aliyan de dê di rêya konsolosê nû û cîgirê wî de berdewam bin.

Di vê çarçoveyê de, Ebdulxaliq Mihemed, berpirsê ragihandin û peywendiyan li Fermangeha Peywendiyên Derve, ji malpera Konfederasyona Revenda Kurdistanî re ragihand: Sefîn Dizeyî, berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve, pêşwaziyê li Albrecht von Wittke kiriye, ev hevdîtin roja 29/07/2026 û bi boneya bidawîhatina erka fermî ya Konsolosê Almanyayê li Herêma Kurdistanê hatiye encamdan.

Di civînê de, Sefîn Dizeyî destxweşiyê li Konsolosê Giştî yê Almanyayê kiriye ji bo wê rola bi bandor a ku di pêşxistina têkiliyên di navbera Hewlêr û Berlînê de lîstiye û hêviya serkeftinê di erkên wî yên nû de jê re xwestiye, ji aliyê xwe ve, Wittke kêfxweşiya xwe nîşan daye ku di dema karê xwe de hevahengiyeke baş bi sazî û dezgehên Hikûmeta Herêmê re hebûye û spasiya Fermangeha Peywendiyên Derve kiriye ji bo piştgiriya wan a berdewam di karên konsolosxaneyê de.

Di hevdîtinê de, berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve tekez li ser berdewamiya hevkarî û hevahengiyan bi Konsolosê nû yê Almanyayê û stafê konsolosxaneyê re kiriye, herwiha her du aliyan behsa dawîn pêşhatên siyasî û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê kirine, ku wek mijareke sereke ya civînê hate behskirin.

 

Peyama xatir xwestin û malavayî ya Konsulê Giştî yê Almanya li vê girêdanê de bibîne:

https://www.facebook.com/reel/854776671050409

___

Revenda Kurdistanî li Holandayê çalakiyeke xêrxwaziyê ya cuda encam dide

Xelan

UNICEFê Ji Bo Rewşa Zarokên Iraqê Hişyarî Da

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Almaniya komela hunermendan li wî welatî damezrand

KDC