KDC

Berpirsê Nivîsîngeha Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî bi Wezîrê Karên Neteweyan ya Stavropolê re civiya

 

Berpirsê Nivîsîngeha Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî ligel Wezîrê Karên Neteweyan û Çandê ya Herêma Stavropola Rûsyaya Federal civiya. Di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên çandî yên di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin.

Îro Sêşemê 11ê Tebaxa 2026an, Qehreman Osman bi nûnertiya Şifa Barzanî, Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, tevî Memê Memoyan, Berpirsê Federasyona Şingalê li Rûsyayê, ligel Babîn Sergey Anatolyevîç, Wezîrê Karên Neteweyan û Çandê yê Herêma Stavropolê civiyan.

Di civînê de her du aliyan tekez li ser dîroka dostanî û çandî ya di navbera gelê Kurdistanê û Rûsyaya Federal de kirin. Her wiha li ser pêwîstiya zêdetir girîngî dayîna bi warên çand û ziman wek du stûnên sereke ji bo nêzîkbûna zêdetir di navbera pêkhateyan de û bihêzkirina hevahengiya çandî hemfikir bûn.

Ev hevdîtin di çarçoveya çalakiyên neteweyî û çandî yên Konfederasyona Revenda Kurdistanî de tê, ku armanca wê nîşandana nasnameya neteweyî û avakirina pira peywendiyê ye ligel navendên biryarder û wezaretên peywendîdar ên wan welatên ku revenda Kurdî lê dijîn, bi mebesta parastina mafên çandî yên Kurdan li diyasporayê.

 

___

Navenda Revenda Kurd Xizmeteke Din Pêşkêş Kir

KDC

Nêzî 11 hezar malbat li bendê ne ku endamên malbatên wan bigihên Elmanyayê û ji nû ve bibin yek.

KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanê di Bîranîna Şehîdkirina Leyla Qasim û Hevalên Wê

Xelan