Cenabê Serok û lêvegerê bilind ê Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî..
Bi boneya 16ê Tebaxê, salvegera jidayikbûna cenabê we, bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî ve germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî cenabê we û hemû gelê Kurdistanê dikin.
Dîroka miletekî bi wê yekê serbilind e ku di 16ê Tebaxa 1946an de, li bajarê Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê, di bin siya pîroz a yekemîn ala Komara Kurdistanê de, rêberek çavê xwe li dinyayê vekir ku tevahiya jiyana xwe ji bo parastina rûmeta wê alayê terxan kir.
Cenabê we ku di Komarê de û di bin sayeya sembola niştimanî de hatine qada têkoşînê, bûne hêvîya xweragiriyê û parêzerê rastîn ê xewna serxwebûnê. Ew peymana we ya dîrokî ku we herdem amadebûna xwe nîşan daye ku bi navê rûmet û bilindkirina wê alayê de canê xwe gorî bikin, ji bo me Kurdistaniyên diyasporayê, mezintirîn çavkaniya îlhamê û dersa dilsoziyê ye bo ax û nasnameyê.
Di vê bîranîna bi rûmet de, em ji Xwedayê mezin dixwazin tenduristiyeke baş û temenekî dirêj bide cenabê we. Em piştrast in ku di bin sayeya hîkmet û serkirdayetiya cenabê we de, Kurdistan ber bi paşerojeke geştir ve pengavê diavêje û ala me ya pîroz wek nîşana serweriya me, herdem dê li bilindahiyan de bi serbilindî bimîne.
Em hêviya serfirazî û aştiyeke berdewam ji bo gelê Kurdistanê dixwazin û herdem niştimana me ava û serbilind be.
Salvegera jidayikbûna we pîroz be Cenabê Serok, temenê we dirêj û riya we tijî serkeftin be.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
15ê Tebaxa 2026
