KDC

Di Van Rewşan De Germkirina Xwarinê Bi Mîkrowave Xetere Ye

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, zanyarekî navdar ê Amerîkî cîhazeke mîkrowave çêkir ku taybet e ji bo germkirina xwarinê. Di heman demê de nûçeyên ne rast ji aliyê medyayê ve hatin weşandin û hat îdîakirin ku ev cîhaz ji bo tenduristiya mirovan xetere ye.
Li gorî lêkolîna pênc salan, delîleke zanistî nîne ku îspat bike ku cîhazên germkirina xwarinê yên mîkrowave zerarê didin tenduristiya mirovan.
Mîkrowave bi tîrêja karomagnetîk dixebite û bi bikaranîna cîhazê re radyasyonê berevajî dike û xwarinê germ dike, ev yek zerarê nade tenduristiyê û nirxên xwarinê kêm nake, tenê eger amûr kevn bibe, yan jî deriyê wê bi rêk û pêk neyê girtin, yan jî konteynira plastîk bê bikaranîn, wê zerarê bide tenduristiyê.

Ji bo hemû pirsgirêkên tenduristiyê, divê em xwe bispêrin rênimayên Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê, li gorî rênimayên rêxistinê heta niha nehatine îsbatkirin ku germbûna mîkro dikare zirarê bide tenduristiya mirovan.

Leşkir Hemîd
Endezyarê Xwarinê

___

Li Tirkiyeyê Bi Dehan Koçber Ji Xeniqandinê Hatine Rizgarkirin

KDC

Tahir Hewramî serperiştîya kombûna amadekarîya vegerandina cendekên du gencên kurd kir

KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî Li Ser Peymana Cezayîrê 

KDC