KDC

Komeke Ku Wê Di Hilbijartinên Iraqê De Sextekarî Bikirina, Hatiye Girtin

Dadgeha Iraqê girtina komeke ku amadekariya sextekariyê di hilbijartinên pêşeroja Iraqê dikirin, ragihand.

Îro ajansa nûçeyên Iraqê daxuyaniyeke dadgehê belav kir û tê de da xuyakirin ku komekê xwe amade kiribû da ku sextekariyê bikin û encamên hilbijartinên Iraqê biguherînin.

Di vê daxuyaniyê de wiha jî hatiye gotin ku vê komê xwestiye bi vî awayî aloziyeke siyasî li Iraqê derbixin. Armanc wan a biçûkkirina kesayetiyên siyasî û civakî yên navdarên Iraqê jî hebûye.

Her wiha hate gotin ku yek ji siyasetmedaran bi komê re hevdîtin kiriye û pêşniyar kiriye ku di xebatên xwe de rûpel û hesabên sexte biafirînin, bêyî ku navê siyasetmedêr bê diyarkirin.

___

Bi Hezaran Welatiyên Afgan Ji Firokexaneya Kabîlê Tên Veguhestin

KDC

Li Swêdê Darizandina Du Birayên Ku Destdirêjî Li Jinan Kirine, Destpê Kiriye

KDC

Nûnerê Konfederasyon û Navenda Rewanda Kurdistanî tevlî merasîma cenazeyê Omer Mîranî bû 

KDC