KDC

Navenda Revenda Kurd Sersaxî Ji Malbata Dr. Celîl Azîd Re Xwest

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt sersaxî ji malbata Dr. Celîl Azîd re dixwaze û dibêje windakirina wî dê ziyaneke mezin bide Hunera Kurdî ku ew bi xwe pisporê muzîkê bû.

Sersaxî:

Ji bo malbata hêja ya Dr. Celîl Azîd

Bi xemgînî xebera koça dawî ya birayê me yê delal, Dr. Celîl Azîd li Swêdê, gihîşte me. Dr. Celîl ji bilî pisporiya xwe di hunera kurdî de xizmeteke berbiçav pêşkêş kir û her wiha gelek hêvî û projeyên wî hebûn. Mixabin nexweşiyê rê li ber wan girt. Ew yek ji mirovên serkeftî tê hejmartin ku jiyan û zanista xwe bi westanê ava kir. Ew her tim li ser pêşketina muzîka Kurdî û pêşketina hunermendên Kurd bi wêrekiyeke mezin têdikoşî. Wî hêvî dikir ku bi rêya huner û zanistê xwe zêdetir bi pêş bixe, ji ber vê yekê windahiyeke mezin e di hunera Kurdî de.

Em sersaxiyê li malbata wî, xwuşk û birayên malbata Azîd dikin. Em daxwazê ji Yezdan dikin ku sebr û aramiyê bide we.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt
26.08.2021

___

Platforma Kurdên Li Hambûrgê
Newroza Hemû Kurdan Pîroz Dike

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî civînek li bajarê Kölnê li darxist

KDC

Cîgirê Serokê Konfederasyonê li gel Navenda Rewanda Kurdistanê-Sendiago Amerîka civiya

KDC
KDC

FREE
VIEW