Kovara (Rewend), wek dengê Kurdên diyasporayê, bi hejmareke nû û dewlemend ve vegeriya ber destên xwendevanan. Di vê hejmarê de sernivîskar Hermin Ehmed di sergotarê de behsa wê yekê dike ku Kurd li diyasporayê sermayeyeke mirovî û zanistî û aborî ya mezin e, lê hêj nebûye hêzeke rêkxistî û bibandor, û di wê baweriyê de ye ku divê Kurd ji berbelaviyê ber bi yekîtiyê û rêkxistineke stratejîk û cîhanîbûnê ve pengavan bavêje.
Ji aliyekî din ve, kovarê çend raporên berfireh terxan kirine ji bo destkeftên Herêma Kurdistanê di warê dîplomasiyê de, di nav de dayîna nîşana bilind a Îtalyayê bi Serok Nêçîrvan Barzanî û pêşveçûna peywendiyan ligel Fransa. Herwisa behsa guhertinên erênî yên warê jîngeh û kehrebayê di kabîneya 9 ya hikûmetê de dike, ligel nûçeya yekemîn kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî, ku gaveke girîng e bo parastina ziman li diyasporayê.
Beşekî mezin ji rûpelan ji bo Kurdên derveyî welat hatiye terxankirin; ji hevpeyvînan ligel rojnamevan û mamosteyên zanîngehê û hunermendan li Fransa û Belçîka û Polonya û Swîsre, heta gotarên ku mijara yekrêziya revenda Kurdistanî û rola stratejîk a konfederasyonê dixin ber xwendevanan. Herwiha kovarê beşeke taybet bi zaravayê Hewramî û Behdînî veqetandiye, ku dîmenekî xweşik ji pirrengiya zimannasî ya Kurdî nîşan dide. Beşa Kurmancî (Behdînî) ya kovarê jî bi heman dewlemendiyê hatiye amadekirin, lê bi naverok û mijarên cuda ku taybet in bi vî zaravayî ve.
Kovarê herwiha rapor û serdanên dîplomatîk pêşkêş dike, wek serdana şanda parlemana Kanada-Kurdistan û vekirina Navenda Ciwanan (Youth Hub) li Herêma Kurdistanê. Beşekî girîng ê hevpeyvînan jî ji çîroka lehengekî Kurd li Rûsyayê Zelîmxan Mutsoyêv, hunermend Tara Mamedova, Narîn Nadirova Cîgira Serok û Berpirsiyarê Têkiliyên Derve, Pêşveçûna Navneteweyî û Têkiliyên Giştî û Berpirsiyarê Şaxên Jinan ya Amedsporê, û hunermend û derhêner Ekrem Sîtî yê xelkê Rojava pêk tê.
Beşa nerînan gelek dewlemend e; gotarek li ser rewşa zimanê Kurdî li diyasporayê ji aliyê Dr. Nûredîn Xoşnaw ve, gotarek li ser çanda Kurdên Ewropayê û berxwedana çandî ya wan ji aliyê Zeynel Goçer ve, û gotareke siyasî li ser rewşa Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Fuad Onen ve. Herwiha gotara Rohat Alakom bi navê “Karesata vê sirgûnê” behsa strana xerîbiyê û folklora sirgûnê dike, di çarçoveya bîranîna 50 saliya xebata nivîsîna wî de.
Ji bilî van, kovarê aliyê çand û hunerê jî ji bîr nekiriye, bi nûçeya festîvala (Şal û Şepik) li Zaxo, nasandina pirtûka (Jiyan li Diyasporayê), hevpeyvîna nivîskar Davan Yehya li ser pirtûka wî “Lozan di çavên Kurdan de”, helbestek ji Ejîn Ebdulxaliq, û şîroveyeke hûr a edebî li ser helbesta nivîskarê Alman Boris Grêf. Di dawiyê de jî çîroka geşbûna lîstikvanê ciwan Adem Faris li Brîtanyayê û nûçeya hestiyar a tîma futbolê ya ciwanên Kurdistanê li Fînlandayê wek nûçeyeke hêvîbexş tê pêşkêşkirin ku bûye cihê serbilindiya Kurdên diyasporayê.
Bi giştî, ev hejmar têkiliyeke hûr û berfireh di navbera Kurdistan û diyasporayê de girê dide, ji warê siyaset û aboriyê ve heta huner û werzîşê, û girîngiyeke mezin daye mijarên nasname, ziman, çand û ezmûna kesane ya Kurdên derveyî welat.
Hejmara nû ya kovara Rewend di vê lînkê de bi awayekê dîjîtal bixwîne.

