KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanê di salvegera Enfala Behdînanê de

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Îro 38 sal di ser yek ji hovanetirîn tawanên sedsala 20’an re derbas dibe, ku tê de rejîma berê ya Iraqê di 25’ê Tebaxa 1988’an de, peleke komkujiyê yê berfireh li dijî xelkê sivîl û gundnişînên herêma serbilind a Behdînanê pêk anî.

Ew tawana rêxistinkirî ya ku bi kîmyabarankirin, girtin û windakirin û bêserûşûnkirina bi hezaran mirovên bêguneh dest pê kir, hewldaneke pûç bû ji bo jêbirina nasnameya neteweyî û têkşikandina îradeya berxwedanê ya gelê Kurdistanê.

Konfederasyona Revenda Kurdistanê, di vê bîranîna tijî xem û êş de, tekez dike ku birîna Enfala Behdînanê, birîneke kûr e di nava can û laşê neteweya me de. Em wek dengê revenda Kurdistanê li seranserê cîhanê, soza xwe nû dikin ku li navendên navneteweyî berdewam bin di naskirina van tawanan wek jenosîdê, da ku rê li ber dubarebûna her sîtemeke bi vî rengî li dijî gelê me bê girtin.

Bi rêz û hurmetê serê xwe li ber qurbaniyan ditewînin, careke din daxwazê ji dewleta Iraqê dikin, li gorî berpirsiyariyên xwe yên destûrî, yasayî û exlaqî, pengavên cidî bavêje ji bo qerebûkirina madî û manewî ya malbatên Enfalkiriyan û jêbirina şopên wêranker ên wan siyasetên nemirovane yên li dijî axa Kurdistanê hatine kirin.

Nemirî û serbilindî ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfala Behdînanê û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê.

Konfederasyona Revenda Kurdistanê
25’ê Tebaxa 2026’an

___

DEMKURDê Serdana Navenda Revenda Kurdistanî Kir

KDC

Navenda Lêkolîna Rewanda Kurdistanî şopandinek pêk anî

KDC

komîteya herêma Swedê piştevanîya xwe ji konfederasiyon û navenda rewanda kurdistanî re da nîşandan 

KDC