KDC

Li Moskowê 38’emîn salvegera Enfala Kurd hate bibîranîn

Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê, li Moskowa ya paytexta Rûsyayê 38’emîn salvegera tawana Enfala gelê Kurd bilind ragirtin.

Piştî nîvroya 25’ê Tebaxa 2026’an li Navenda Çanda Rojhilatnasiyê li Moskowa ya paytexta Rûsyayê, Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê ji bo bîranîn û bilindragirtina 38’emîn salvegera tawana Enfala gelê Kurd, konferansek li dar xist.

Di çalakiyê de nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Balyozxaneya Iraqê û nûnerê Civata Kurdî ya Sûriyê û pispor û şarezayên Rûs û Kurd û hejmarek xwendekar û ciwan amade bûn.

Gotara Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê bi rêya online ji aliyê Xatû Şîrîn Zekî Seroka Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê ve hate xwendin, paşê Seda Musoyan, nûnera Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê li Rûsyayê axaftinek pêşkêş kir.

Pişt re pispor û xwendekaran derbarê pêvajoyên Enfala gelê Kurd û aliyên cuda yên çanda Kurdî de çend babetên zanistî pêşkêş kirin, her di çarçoveya konferansê de, pêşangeheke wêneyan a wênesazê ciwan Nurîk Musoyan hate vekirin, ku wêneyan behsa jiyan û çanda gelê Kurdistanê dikirin.

 

Xoşewî Mihemed

 

[

___

Nivîsîngeha Jinan Vexwendinekê pêşkêşî Kurdistaniyan dike

Xelan

Papa ji bo wan koçberên ku di “rêya jiyanê” de jiyana xwe ji dest dane nimêj dike

Karzan

Peyama pîrozbayî ya Konfedrasiyona rewanda Kurdistanê bo kanala Kurdistan TV

KDC