Qehreman osman
Babê Nazê nivîskar û mamosteyê zanîngehê ye, Kurdekî nîştecihê li Rûsyayê ye, di çarçeveya bîranîna rojbûna Cenabê Serok Barzanî li herêma Yaroslavl a Rûsyayê ji me re vegot:
Sala 1975, cih Moskow bû, rewşa Kurdistanê di qonaxa têkçûna şoreşê re derbas dibû. Xwendekarên Kurd ên ku li zanîngehên Yekîtiya Sovyetê dixwendin, em hilweşiyayî û di rewşeke karesatbar de bûn, me xwe bêkes û bêpişt û bêpena didît, hemû neteweyên din xwedî dewlet û al bûn, tenê belengazî bo me Kurdan bû ku dîsa bêpişt û bêpena mayîn!
Em civiyan, me biryar da ku dest bi karê wergerê bikin, dîroka Kurd û Kurdistanê wergerînin ser zimanê Rûsî, da ku Rûs bi dîroka Kurd nas bikin û bizanin. Her roj piştî zanîngehê em li cem yek ji me kom dibûn, me gengeşe dikir ka çawa û ji ku ve dest pê bikin.
Rojekê em li cem Dr. Se’dî kom bûbûn, heta demjimêr 7ê êvarê rûniştin paşê em daketin xwarê û me destê xwe li taksiyekê rakir, em siwar bûn û lê em di axaftina xwe de berdewam bûn, şofêr bêyî ku li paş xwe binêre, di neynikê re li me nihêrî û pirsî: Ew zimanê hûn pê diaxivin çi ye? Me got: Kurdî ye, û 25.000.000 milyon kes pê diaxive!
Pirsî: 25.000.000 kes in, me got: Belê, pirsî navê dewleta we çi ye û li ku ye? Me got dewleta me nîne!
Şofêr awireke sar û cemidî li me da û erebê rawestand, got: Dakevin.
Me got: Bo çi? Got: Hûn 25.000.000 kes bin û dewleta we tunebe, hûn ne hêjayî wê ne ku ez we bigihînim, de zû ji erebê dakevin.
Babe Nazê ku hesreta bêdewletî û hêviya serxwebûnê di nav de pir bi xweşikî xuya dibû, hêdî hêdî got: Eger di vê demê de ez dîsa bi heman şofêrî re rû bi rû bibim û jê re bibêjim em 60.000.000 şêst milyon kes in û hê jî bêdewlet in, gelo divê çi ji me re bibêje? Û çi li me bike?!

