Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi hevahengî ligel Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi sponsoriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê Nemir, kursa fêrbûna nivîsîna zimanê dayikê bo zarokên Kurd ên li nîştecihê Amerîkayê vedike.
Di vê xulê de zarok dê zimanê Kurdî bi her du zaravayên Soranî û Kurmancî, her wiha bi her du alfabeyên Erebî û Latînî fêr bibin û di dawiya xulê de bawernameya fermî ya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî beşdaran bê kirin.
Herwiha Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê ragihandiye, ku ew bi vê derfetê gelek kêfxweş in.
Tomarkirin bo kursa sala xwendinê ya 2026-2027 niha vekiriye. Ev kurs ji aliyê Konfederasyona Revenda Kurdistanî ve û bi hevahengiya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi sponsoriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzaniyê Nemir hatiye dabînkirin.
Dawîn dem ji bo tomarkirinê: 15.09.2026
Ji bo zanyariyên zêdetir û nav tomarkirinê serdana vê lînkê bikin:
https://kurdishlanguagecourse.org/

