KDC

Hilbijartina Swêdê!

Di 13/9/2026-an de li Swêdê hilbijartinên parlamentoyê, meclîsên şaredariyan û herêman  pêk tên.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî (KDC) roja şemiyê, 29/8/2026-an de, li bajarê Stockholmê, bi beṣdariya çendîn namzedên parlamentoyê  panelekî guftûgoyê li dar dixe.

Armanca civînê nasîn û piştgirîkirina berendamên Kurdên Swêdê û  rola me,  di pêşeroja civaka Swêdê de ye.

Dengdan mafekî demokratîk e. Girîng e, em vî mafî bikarbînin. Bandor li ser civata lê dijîn bikin.

Civîn bi axaftina Serokê Konfederasyonê, Îsmaîl Kamil, destpêdike.

Lêkoler û docent Ali Abdalzadeh lêkolîna xwe ya li ser beşdariya ciwanan di siyaseta de pêşkêş dike.

Dû re namzedên parlamentoyê dê xwe û bernameyên xwe bidin nasandin û li ser tiştên ku dixwazin, heke bên hilbijartin, pêk bînin, biaxivin û bersiva pirsên beşdaran bidin:

– Kadir Kadirga, ji Partiya Sosyal Demokrat, Stockholm – rêza 5

– Hawar Asaiesh, ji Partiya Çepê, wîlayeta Västmanland – rêza 1

– Nujin Alacebek, ji Partiya Çepê, wîlayeta Stockholm – rêza 9

– Servan Bozarslan, ji Partiya Kesk/Jîngeh, wîlayeta Stockholm – rêza 8

– Lenja Sharif, ji Partiya Liberal, wîlayeta Jönköping – rêza 3

– Shwan Kerim, ji Partiya Kesk/Jîngeh, Stockholm – rêza 27

Roja Şemiyê, 29/8 – 2026
Dem: 13:30
Cî: Kitêbxaneya Kurdî
Navnîşan: Gustavslundsvägen 170 –  Alvik

Bi xêr bên!

___

Konfederasyon Peyameke Sersaxiyê Pêşkêşî Malbata Xanima Nivîskar Mizgîn Hesko Dike

Harmn

Nêçîrvan Barzanî û Bin Zayid li Londonê civiyan

KDC

Navenda Revenda Kurd Li Hanoverê Hate Avakirin

KDC