KDC

Panelekî guftûgoyê li ser beşdariya kurdan di hilbijartina Swêdê de

Konfederasyona Revenda Kurdistanî di roja şemiyê, 29/8/2026-an de, li Stockholmê, bi armanca nasandin û piştgirîkirina berendamên Kurd ên li Swêdê, panelekî guftûgoyê lidarxist.

Civîn bi axaftina serokê Konfederasyonê ve hat vekirin.
Bername ji aliyê cîgirê serokê KDC-yê, Şermin Bozarslan, ve hat birêvebirin.

 

 

Di civînê de endamê Komîteya Birêvebir, Kovan Amedi; sekreterê Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Rojwan Yeşil; seroka Komeleya Jinên Diyasporaya Kurd, Evin Şingalî; û çend endamên komeleyê jî beşdar bûn.

Serokê Konfederasyonê, Îsmaîl Kamil, di axaftina xwe de girîngiya beşdariya Kurdên Swêdê di hilbijartinê de anî ziman. Wî behsa dîroka tora hevkariyê ya parlamenteran ji bo dostaniya Swêd û Kurdistanê kir. Herwiha piştgiriya KDC-yê ji bo beşdariya Kurdan di siyasete û civakên ku lê dijîn de anî ziman.

Lêkoler û docent Ali Abdalzadeh lêkolîna xwe ya li ser beşdariya ciwanan di siyasete de pêşkêş kir.

Dû re, berendamên parlamentoyê, xwe û bernameyên xwe dan nasandin û li ser tiştên ku dixwazin, ger bên hilbijartin, pêk bînin, axivîn û bersiva pirsên beşdaran dan.

Di civîna guftûgoyê de ev berbijêrên Kurd ên Swêdê beşdar bûn:

– Kadir Kadirga, ji Partiya Sosyal Demokrat, Stockholm – rêza 5-an.
– Hawar Asaiesh, ji Partiya Çepê, wîlayeta Västmanland – rêza 1-ê
– Nujin Alacebek, ji Partiya Çepê, wîlayeta Stockholm – rêza 9-an
– Servan Bozarslan, ji Partiya Kesk/Jîngeh, wîlayeta Stockholm – rêza 8-an
– Lenja Sharif, ji Partiya Liberal, wîlayeta Jönköping – rêza 3-an
– Shwan Kerim, ji Partiya Kesk/Jîngeh, Stockholm – rêza 26-an

___

Malpera fermî ya navenda Kurd li derve

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî civînek li bajarê Kölnê li darxist

KDC

Komîsyona Hilbijartinên Iraqê Hejmartina 13 Bajaran Ragihandiye

KDC