KDC

Nûnerên Serokê Konfederasyonê beşdarî vekirina navenda komeleyeke Kurdî bûn

Nûnerên Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanê, li bajarê Herne yê Almanyayê beşdarî rêwresma vekirina navenda nû ya Komeleya (ASO) bûn.

Roja Şemiyê rêkefta 29/08/2026, her yek ji xanima Leyla Dîwbend endama Desteya Rêveberiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanê û mamosta Nadir Doxatî Sekreterê Komîteya Giştî ya Konfederasyonê, bi nûneratiya Dr. Îsmaîl Kamil Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanê, li bajarê Herne yê Almanyayê beşdarî rêwresma vekirina navenda nû ya Komeleya (ASO) bûn.

Bi vê boneyê ve, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî rêveberî û endamên Komeleya ASO kirin û di peyama xwe de, Dr. Îsmaîl Kamil, digel pîrozbahiya bi boneya vekirina navenda nû, tekez li ser wê yekê kir ku damezrandin û bihêzkirina dezgeh û komeleyên Kurdî li diyasporayê gaveke girîng e ji bo parastina nasname, ziman û çanda Kurdî, herwiha nêzîkkirina nifşê nû ji reh û rîşeyên xwe.

Di beşeke din a peyamê de, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanê, tekez li ser girîngiya pêşxistina hevkarî û peywendiyên di navbera konfederasyon û dezgeh û komeleyên Kurdî de kir.

___

25 years of pvt sector mutual funds: Major reforms in the industry

kurdish dc

Golf estate homes in SA selling from under-R2m to R40m

kurdish dc

Hilbijartinên Iraqê Rewşê Naguhere

KDC