KDC

Navenda Revenda Kurd Sersaxiyê Ji Malbata Ehmed Kakememî Re Xwest

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt sersaxî ji malbata çalakvanê dêrîn ê Hizba Demokrat a Kurdistanê Ehmed Kakememî re xwest ku li Siwêdê jiyana xwe ji dest da û alîgirê dilsozê navendê bû.

Bi navê Xwedayê dilovan

Mixabin xebera koça dawî ya nivîskarê Kurd, kesayetê Kurdperwer û têkoşerê dêrîn ê Hizba Demokrata Kurdistanê Ehmed Kakememî gihîşte me. Ew, endam û piştevanê dilsozê Navenda Revenda Kurd ya li Siwêdê bû.
Ew dê tu carî neyê jibîrkirin.

Em wek Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt ji malbata Kek Ehmed Kakememî re sersaxiyê dixwazin û xemgîniya wan parve dikin û ji Xwedayê mezin dixwazin ku cihê wî bihuşt be.

Navenda Revenda Kurd li derveyî welêt
28.08.2021

___

Li Stockholmê civîna Tora navnatewî ya G100 pêk hat.

nusar1

Şandeyeka navenda rewanda Kurdistanî serdana baregehê grûpa şoreşvanên Kurdistanê kir 

KDC

Serokê Navenda Rewanda Kurdistanî-Düsseldorf beşdarî semînerekê bû 

KDC