Cîgirê Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û şandeke pê re, beşdarî festîvala “Jin, Rengê Jiyanê ye” bûn, ku ji aliyê Komeleya Zozan û hejmarek rêxistinên din ve li bajarê Herne ya Almanyayê hatibû rêkxistin.

Di wê festîvalê de, her yek ji Şukrî Berwarî Cîgirê Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Şermîn Bozarslan Berpirsa Nivîsîngeha Rêkxistinê, Nujîn Meso Berpirsa Nivîsîngeha Ziman, beşdar bûn.

Şermîn Bozarslan, gotarek pêşkêş kir û tê de tekez li ser giringî û beşdariya jinan di hemû warên jiyanê de kir.

Herwiha hêvî xwest, ku jinên Kurdistanê bikaribin bi nasname û zimanê xwe di jiyaneke tijî azadî û aramî de bijîn.


