KDC

Ew partiya ku dijî penaberan bû têk çû

Partiya Demokratên Swêdê (SD), ku wek partiyeke rastgir a tundrew tê hesibandin, di hilbijartina parlamentoya Swêdê de paşvekişîneke berbiçav kir.

Piştgiriya ji bo partiyê bi berawird li gel hilbijartina sala 2022an, ji %20,5 bo %17,6 daketiye û ji bo cara yekem piştî çûna parlamentoyê ji sala 2010an ve, pozîsyona duyem hêza siyasî ya welat ji dest daye.

Pisporên siyasetê wê paşvekişînê bi guhertina siyaseta partiyên din derbarê koç û penaberiyê de, her wiha bala dengderan li ser mijarên jiyan û debara jiyanê û dewleta xweşguzeraniyê ve girê didin.

Di dema jimartina %95ê dengan de, partiyên çep 176 kursî û partiyên rastgir ên tundrew 173 kursî bi dest xistine.

Cihê gotinê ye, wek ku zanyarî behs dikin, piraniya wan penaberên ku li Swêdê niştecî ne û xwediyê nasnameya welat in, deng dane partiya çepgir, ji ber ku partî piştgiriya penaberan dike.

___

Îtlaata Îranê Du Kurd Dane Ber Gulleyan

KDC

Amerîka Ji Bo Çareseriya Kêşeya Ûkraynayê Piştgiriya Rêya Dîplomasiyê Dikiye

KDC

Brîtanya: Koçberên neqanûnî beriya ku wan dersînorî Ruandayê bikin, xwarin rawestand 

KDC