KDC

Şefa Barzanî pîrozbahiyê li namzedên Kurd ên serkeftî yên Almanyayê kir

Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregayê Barzanî, peyama pîrozbahiyê pêşkêşî namzedên Kurd ên serkeftî yên hilbijartinên şaredariyan ên Almanyayê kir.

Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, di peyama xwe de pîrozbahiyê li wan Kurdan kir ku li bajarên cuda yên Almanyayê û li ser lîsteyên siyasî yên cuda beşdarî hilbijartinên şaredariyan bûne û karîne serkeftinê bi dest bixin.

Herwiha serkeftina wan namzedên Kurd wek cihê kêfxweşiyê ji bo Serok Barzanî û tevahiya gelê Kurd li welat û diyasporayê wesif kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Namzedên Kurd ên serkeftî ev in:

Dara Bako

Gozel Tolan

Hiyam Stolten

Gulhat Demîr

Leyla Duman

Nojdar Seîd Avdo

Xelîl Şêx Hisê

Zekeriya Ebdulkerîm

Sîver Elî

 

___

Îranê Kurdekî Din Bi Êşkenceyê Kuştiye

KDC

Rewşa Coronayê Li Rojava Metirsîdar E

KDC

Nerwêc: Navenda Rewanda Kurdistanî û Anakas li hev civiyan 

KDC