Bi boneya destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027, dibistana Kurdî li Luksembûrgê ji bo zarokên Kurd tê vekirin, di heman demê de daxwaz dikin ku di roja vekirinê de hemû bav û dayikên zarokan beşdar bin di pêşwazîkirina xwendekaran de.

Yekem roja vekirina dibistanê roja Şemiyê, 26’ê Îlona 2026’an e, armanc ew e ku malbatên Kurd beşdarî yekem roja sala xwendinê bibin û xweşiya wê roja taybet bi dibistan û xwendekaran re parve bikin.

Dibistana Kurdî ya Luksembûrgê, tekez li ser wê yekê dike ku amadebûn û beşdariya malbatan dibe sedema zêdekirina hêz û piştgiriyê ji bo berdewamiya kar û xizmeta zimanê Kurdî û zarokên Kurd li Luksembûrgê.

Di heman demê de, dibistanê amaje bi girîngiya bihêzkirina têkiliya zarokên Kurd bi ziman, çand û nasnameya Kurdî kiriye û beşdariya malbatan wekî beşek ji piştgiriya vê armancê dibîne.
Cihê gotinê ye, Konfederasyona Revenda Kurdistanî, di nav hewldanên xwe de ji bo parastin û pêşxistina zimanê dayikê li diyasporayê, bi hevahengî ligel Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêvajoya fêrkirina zimanê Kurdî bi rêya navendên fermî, herwiha bi rêya online jî li seranserê cîhanê bi rê ve dibe.

