KDC

Macron: Divê Rewşa Şingalê Were Normalkirin

Serokê Fransayê serdana Mûsilê kir û ragihand ku divê rewşa Şingalê were asayîkirin.

Serokê Fransa Emanuel Macron di serdana xwe ya Mûsilê de ji dezgehên ragihandinê re got ku wan hêsankarî ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî de kirine.

Li ser rewşa Mûsilê jî Macron îşaret bi nehîştina DAIŞê li herêmê kir û teqez kir ku êdî Mûsil ji aliyê DAIŞê ve nayê dagirkirin û her wiha diyar kir ku DAIŞê Xirîstiyan, Misilman û em hemû kirine hedef û Ewropa jî ji aliyê rêxistinê ve hatiye hedefgirtin.

Serokê Fransayê girîng dît ku ewlehî û aramî vegere Şingalê û penaberên Êzidî vegerin malên xwe, ew jiyana herî baş heq dikin.

___

Rûsya: Em Afganistanê Baş Nas Dikin, Ew Nikarin Li Gorî Qanûnên Rojava Bijîn

KDC

Hewlêr: Tahir Hewramî pêşwaziya hunermend û  mamoste Aştî Germanî kir

KDC

Li Lozanê Konferans li ser “Mafê Çarenûsî û Pêşeroja Kurd”

Harmn