KDC

Li Deryaya Reş Amedsporê bahozê rakir û Samsunsporê bi 10 lîstikvanan têk bir

Di çarçoveya gera 9’an a Lîga Super a Trendyolê de, Yaneya Amedsporê karî li derveyî qada xwe vegereke mezin tomar bike, piştî ku di nîvê yekem de bi golekê li paş bû, di nîvê duyem de lîstik bi encama 2-1 li berjewendiya xwe bi dawî kir û bi 3 xalên zêrîn ji qada Samsunsporê vegeriya.

Di keşûhewayeke tijî coş û kelecaniya temaşevanan de li ser çîmena Qada Nû ya 19’ê Gulanê li bajarê Samsunê, navbijvan Qedîr Saxlam firîska destpêka lîstika navbera Samsunspora xwedî mal û Amedspora mêvan lêda.

Samsunsporê bi pêkhatêya Bilal, Drapinski, Erakovic, Guarino, Thomasson, Mendes, Watt, Ntcham, Sousa, Coulibaly û Bayo dest bi lîstikê kir, li hemberî wê Amedspor bi beşdariya Lafont, Krasniqi, Djilobodji, Bates, Umut, Ravelloson, Furkan, Xelîl, Ballet, Saba û Urban çû nav milmilaneyê.

Di nîva yekem de ritma lîstikê gelek bilind bû, di xuleka 21’an de tîma xwedî mal destpêşxerî kir û Logi Thomasson karî gola pêşkeftinê ji bo Samsunsporê tomar bike, lê xala guhertina lîstikê di xuleka 37’an de rû da, dema ku Afonso Sousayê lîstikvanê Samsunsporê karta zer a duyem wergirt û bi karta sor ji qada lîstikê hate derxistin, bi vê yekê xwedî mal bi 10 lîstikvanan ma û nîva yekem bi pêşketina Samsunsporê bi encama 1-0 bi dawî bû.

Di nîva duyem de, Amedspor bi planeke êrîşberane hate nav çîmenê û kontrola temamî ya lîstikê girte dest, zextên berdewam ên tîma mêvan di xuleka 72’an de bû sedema bidestxistina lêdaneke cezayê, ku piştî xulekekê Urban bi serkeftî di xuleka 73’an de gola wekheviyê pê tomar kir.

Amedspor bi vê encamê nesekinî û berdewam bû li ser êrîşên xwe, heta ku di xuleka 83’an de Dia Saba bi lêdaneke bêhempa tora gola Samsunsporê hejand û encam kir 2-1, tevî ku navbêvan 7 xulek wek dema zêdekirî hesab kir, lê tu guhertinek di encamê de rû neda û lîstik bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.

Ev serkeftin ji bo Amedsporê girîngiyeke taybet heye, ji ber ku qada lîstikê û keşûhewaya alîgirên herêma Deryaya Reş her tim yek ji dijwartirîn astengiyan e ji bo tîmên mêvan di lîga Tirkiyeyê de, bidestxistina 3 xalan li derveyî qada xwe li hemberî rikeberekî bi ezmûn wek Samsunsporê, ne tenê cihê Amedsporê di tabloya rêzbendiya Super Lîgê de bihêztir dike, lê baweriya bi xwe ya tîmê ji bo milmilanêkirina bi yaneyên mezin ve dibe lûtkeyê û diselmîne ku Amedspor şiyana vegerê di dijwartirîn rewşan de jî heye.

___

Elmanya û biryara qedexekina tiştên Bilastîk

KDC

Kongreya Revenda Kurdistanî li paytaxta Norvecê

Harmn

Berpirsê Federasyona Nivîskaran spasiya Seroka Yekîtiya Nivîskarên Almanyayê kir

Xelan