KDC

Êzdî û Çarenivîs!

Her ji jenosîda 74an ku bi destê DAIŞê di sala 2014an de hat encamdan û vir ve, civaka Êzdî wekî berê ji hev belav bûye û Şingal û deverên wan bûne cihê milmilana gelek hêz, desthilat û komên çekdar ên cuda cuda. Herwiha çarenivîsa bi hezaran penaberên ku di nav kampan de dijîn, bi taybetî li parêzgeha Dihokê, di nediyariyê de maye.

Pirsgirêka Êzdiyan bûye sedema dubendiyê di navbera wan de; komek dixwaze di gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê be, komeke din dixwaze di gel Hikûmeta Navendî ya Iraqê be, hinek jî dixwazin ser bi hêzên PKKê ve bin û hwd.

Bi her awayî be, diyar e ku di çend rojên borî de hêzên wan ên çekdar, ku piştî hatina DAIŞê hatibûn avakirin, biryar dan û çûn nav Hêzên Leşkerê Iraqê. Di wê baweriyê de ne ku leşkerê wî welatî dê zêdetir piştevaniya wan bike, eger careke din tûşî karesateke wekî ya 2014an bibin.

Di boçûna min de Êzdî ji ber du sedeman hatine qirkirin: Ya yekê ji ber ku Êzdî ne, ya duyê jî ji ber ku bi zimanê Kurdî diaxivin û ji kevin ve Kurdan ji wan re gotiye Kurdên resen. Lê piraniya fermanan di dema Osmaniyan de hatine kirin û heta fermana dawî jî her ji ber ku civaka Êzdî ne Misilman e û bi kafir hatiye qelemdan! Bêguman em bixwazin yan nexwazin, Îslam dînekî bi Erebî ye û li axa Ereban hatiye xwarê, û her dem derfet çêbibe, nemaze tundrewên wan dê êrîşî civaka Êzdî bikin.

Li her demê ku êrîş li ser Êzdiyan hatibe kirin, rêya xilasbûnê û penabirinê tenê deverên Kurdan bûye. Ji ber ku ax û gelê Ereb li xwarê wa ye, hûn naçin cem wan ên ku qira we tînin, hûnê biçin cem wan ên ku we diparêzin, wekî îro ku zêdetirî 20 kamp li ser axa Kurdistanê ne.

Ji bilî hinek dozên şer û şikestinan an jî wekî pêdiviya vê hizbê an ya din, berevanî ji we nehatiye kirin, lê li ser asta milet û dîroka we, Êzdî Kurd in. Baştir e xwe ji Kurdan veneqetînin, ji ber ku di domandina vê kêşeyê de dibe ku encamên xirab derkevin holê û di dawiyê de hûn ji eyda kelê û ya ser rûbarî jî bibin.

Aram Dihokî – Kanada

___

Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! 

KDC

Kurd li Sûriyê rûbirûyê kêşeyên herî dijwar in. 

KDC

(Berevajî firendekan ya Ebdulbaqî Huseynî di navbera welêt û penaberiyê de)

Harmn