KDC

Peyama pîrozbahiyê ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji bo 11emîn salvegera damezrandina Kurdistan 24

Birêz rêveberî, karmend, rojnamevan û peyamnêrên tora medyayî ya Kurdistan 24.

Bi boneya 11emîn salvegera damezrandina tora medyayî ya Kurdistan 24, bi navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî û bi taybetî bi navê beşa ragihandinê ya konfederasyonê, germtirîn û xweşiktirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rêveberî, hemû karmend, rojnamevan û peyamnêrên vê saziya medyayî ya birêz dikin.

Kurdistan 24, di heyama 11 salên borî de, xermanekî dewlemend ê zanyarî, rewşenbîrî, pêşkeftin û xizmeta peyama ragihandina berpirsiyar kom kiriye. Bi hewl û keda xebatkarên xwe bûye dikeke girîng ji bo gihandina deng û peyama Kurdistanê û nasandina pirsgirêk û xemên gelê me bi cîhanê.

Cihê şanazî û pêzanîneke taybet e ji bo me, ku Kurdistan 24, wek saziyeke girîng û hevkarekî dilsoz, herdem di çalakî, bone û bernameyên cihêreng ên Konfederasyona Revenda Kurdistanê de li tenîşta me bûye û roleke berçav di rûmalkirin û gihandina peyama revenda Kurdistanî bi cemawer re dîtiye.

Ev hevkariya berdewam ji bo me ne tenê hevkariyeke medyayî bûye, belku nîşaneya hestkirina bi berpirsiyariya neteweyî, hevbeşiya peyamê û bawerbûna bi girîngiya dengê Kurdistaniyan li her cihekî cîhanê ye.

Em wekî Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi girîngiyeke zêde bi vî rengî hevkarî û peywendiya xweşik dinêrin û spas û rûmeta xwe bo hemû wan hewl û kedên ku bi navê serxistina çalakî û peyama revenda Kurdistanî de dane, derdibirin.

Di 11emîn salvegera damezrandina we de, hêvîdar in ku ev xermana tijî bereket a 11 salan bibe bingeha qonaxeke nû ya dahênan, pêşkeftin, serkeftin û geşkirina zêdetir. Hêvîdar in Kurdistan 24 her wekî dengekî bihêz û peyameke zelal li ser xizmeta ragihandin û civaka Kurdistanê berdewam be.

11emîn salvegera we pîroz be, herdem li lûtkeya serkeftin û destkeftên mezintir de we bibînin.

Bi rêz û rûmetan,

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Tirkiye Şingalê Bombebaran Dike, Qurbanî Hene

KDC

Du Welatên Ewropayê Bi Talîbanê Re Danûstandinan Dikine

KDC

 şandeyeka konfedralîyetê û navenda rewanda Kurdistanî serdana cihgirê serokê parliyamenta herêma Kurdistanê kir

KDC