KDC

Şefa Barzanî pîrozbahiya 11 saliya damezrandinê li Kurdistan24 kir

Şefa Barzanî, Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, bi boneya 11 saliya damezrandinê, pîrozbahiyê li saziya Kurdistan24 dike û balê dikşîne li ser wê yekê ku Kurdistan24 di gihandina dengê Pêşmerge û parastina ji ax û rûmeta niştiman rolek hebûye.

Naveroka peyamê:

Bi boneya yazdehemîn salvegera damezrandina Kurdistan 24, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî rêveber û desteya rêveberiyê, peyamnêr û hemû xebatkarên we yên têkoşer dikim.

Rûmeta me ji bo rola niştimanî ya Kurdistan 24 di gihandina dengê Pêşmerge, parastina ji ax û rûmeta Kurdistanê, parastina nasnameya neteweyî, parêzvaniya ji mafên rewa yên gelê me û hevkariya berdewam a çalakiyên Konfederasyona Revenda Kurdistanî derdibirin.

Hêviya serkeftin û pêşkeftina berdewam ji we re dixwazin.

Şefa Barzanî
Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî
31/10/2026

___

Supas û Pêzanîn

Harmn

Jinek Kurd wê bike hikûmeta Swêd pêkbê

KDC

Komeleya Aştî beşdarî Festîvala Paulusfeesten li Ostend, Belçîka dibe

Harmn