KDC

Şefa Barzanî pesna rola Komeleya Newrozê bo çanda Kurdî li Almanyayê dide

Bi boneya hewlên wan ên berdewam di parastina ziman û nasnameya neteweyî û fêrkirina zimanê dayikê bo nifşê nû li diyasporayê, Şefa Barzanî spasnameyek pêşkêşî serok û endamên Komeleya Newrozê ya bo Çanda Kurdî li bajarê Bremen a Almanyayê kir û ew navend wek dibistaneke zindî ya Kurdayetiyê li derveyî welat wesif kir.

Şefa Barzanî, Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê li Baregeha Barzanî di spasnameyekê de ragihand, bi girîngî û kêfxweşiyeke zêde çavdêriya kar û çalakiyên Komeleya Newrozê dikin di bi navê parastin û pêşxistina çand, rewşenbîrî û zimanê şirîn ê Kurdî de.

Di peyama Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî de hatiye, hewlên bêwestan ên komeleyê ji bo parastina zimanê Kurdî, bi taybetî fêrkirina zimanê dayikê bo zarokan û nifşê nû li diyasporayê, ligel parastina folklor û dabûnerîtên resen û bilindkirina hişyariya neteweyî di nav revenda Kurdistanê de li Bremenê, karekî niştimanperwerane ye û cihê rêz û şanaziyê ye.

Şefa Barzanî amaje bi wê yekê jî kiriye, parastina ziman û çandê bi wateya parastina hebûn û nasnameya neteweyî ya Kurd tê, her ji ber vê hewl û keda Komeleya Newrozê bilind dinirxînin û tekez li ser wê yekê kiriye ku piştgirî û hevkariya Baregeha Barzanî herdem ji bo van cûre hewlên neteweyî berdewam dibe.

Naveroka Peyamê:
Bo Rêzdar Serok û Endamên
Komeleya Newroz ya Kulturê Kurdî e.V.
Bremen – Almanya

Bi rêz û silavên germ,

Em bi kêfxweşiyeke mezin kar û çalakiyên we yên pîroz di warê parastin û
pêşxistina çand, rewşenbîrî û zimanê şirîn ê Kurdî de dişopînin.

Bi vê spasnameyê, em destxweşî û rêzên xwe yên bêpayan pêşkêşî we dikin.
Xebata we ya bêwestan ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî – bi taybetî
fêrkirina zimanê dayikê bo zarok û nifşên nû li diyasporayê –, parastina çand,
folklor û kevneşopiyên resen ên Kurdî û her wiha bilindkirina asta rewşenbîrî û
hişyariya neteweyî di nav revenda Kurdistanî de li Bremena Almanyayê,
xebateke niştimanperwerane û cihê rêz û şanaziyê ye.

Hûn li derveyî welat bûne dibistaneke zindî ya Kurdayetiyê. Parastina ziman û
çandê, parastina hebûn û nasnameya me ye; loma em keda we ya di vî warî de
bilind dinirxînin.

Em hêvîdar in ku hûn bi heman kelecan û coşê berdewam bin. Piştevanî û
piştgiriya me her dem bi we re ye.

Her bijîn û di xizmeta çand û zimanê Kurdî de her tim serkeftî bin.
Bi rêz û silav,

Şefa Barzanî
Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî
li Baregeha Barzanî
29.10.2026

___

Tahir Hewramî pêşwazîya serokê yaneya werzişê ya Kurdî Fc Mufîd Cewher kir 

KDC

Semînarek giring li bajarê Bsel – Swîsre

Harmn

Peyama Konfederasyonê ji bo xuşk û birayên me yên Xiristiyan

Harmn