Bi boneya bidestxistina pileya yekem û bidestxistina madalyaya zêr di şampiyoniya Ewropayê de ji bo hunerên cengê yên Jiu Jitsu di giraniya 94 kîlogram de, Şefa Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî werzişvanê Kurd Ferşad Gêrdkane kir û ew destkeft wek serkeftinek ji bo hemû gelê Kurdistanê wesif kir.
Şefa Barzanî, Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê li Baregeha Barzanî di peyamekê de digel pîrozbahiya li Ferşad Gêrdkane, ragihand, ev serkeftina navdewletî ya bi nirx ne tenê serkeftina kesane ya navborî ye, belku serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye.
Di peyamê de, Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê tekez li ser wê yekê kiriye ku Gêrdkane bi îradeyeke pola û bi renc û hewla bêwestan a xwe karîbûye careke din navê Kurdistanê li qada navdewletî de bilind ragire û bibe cihê şanaziyê ji bo hemû ciwanên Kurd, bi taybetî ew ciwanên ku li diyasporayê dijîn.
Şefa Barzanî ew werzişvan wek mînaka ciwanê Kurd ê bi îrade û tijî hêvî wesif kiriye û hêvî xwestiye ku herdem li lûtkeya serkeftinan de bimîne û li hemû şampiyoniyên cîhanî de berdewam be li ser bilindkirina ala Kurdistanê.
Naveroka Peyamê:
Ji bo Werzişvanê Kurd Ferşad Gêrdkane
Silavekî germ,
Bi kêfxweşiyeke mezin me nûçeya serkeftina we ya nû ya navneteweyî bihîst, ku we di giraniya 94 kîlogram de karî madalyaya zêr a Şampîyoniya Ewropayê ya hunerên şerî yên Jiu-Jitsu bi dest bixin.
Ev serkeftina we ya hêja ne tenê serkeftina kesayetiya we ye, belku serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye. We bi vîna xwe ya polayîn, bi ked û xebata xwe ya bêwestan navê Kurdistanê careke din li qada navneteweyî bilind kir û bûne cihê şanaziyê ji bo hemû ciwanên Kurd û bi taybetî jî li diyasporayê.
Em weku Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî vê serkeftina we ya mezin bi germî pîroz dikin. Hûn nimûneya ciwanê Kurd yê bi xwedî îrade û bi hêvî ne. Em hêvîdar in ku hûn her dem di lûtkeya serkeftinan de bimînin û ala Kurdistanê di hemû qehremaniyên cîhanê de bilind bikin.
Her bijî, her serkeftî bî.
Şefa Barzanî
Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî
li Baregeha Barzanî
30.10.2026


