KDC

Demokratan Kongreyê bi dest xistin

Di werçerxaneke siyasî ya dîrokî de û li gorî encamên destpêkê, Partiya Demokrat a Amerîkayê karî serdestiya xwe li ser her du encûmenên Pîran û Nûneran de bisepîne û desthilata yasadanînê ji destê Komariyan derxîne, ev pêşhat mezintirîn hevsengiya astengkirinê li pêşberî Serok Donald Trump û îdareya wî ye, hevdem di vê pêvajoyê de pêkhateyên koçber, bi taybetî revenda Kurdî ya xwedî mafê dengdanê li Amerîkayê, amadebûneke berçav di qada hilbijartinê de tomar kir.

Li gorî amarên dawî, Demokratan karîne bi misogerkirina 51 kursî li hember 40 kursiyan, piraniya Encûmena Pîran ji bo xwe yekalî bikin, ev jî piştî wê hat ku li 6 eyaletên giring kursiyên Partiya Komarî hatin hilgirtin, hevdem li Encûmena Nûneran jî, Demokratan bi bidestxistina zêdetir ji 244 kursiyan, hevsengiya wê encûmenê jî ji Komariyan wergirtin.

Şoka herî mezin a vê hilbijartinê li eyaleta Texasê rû da ku keleha kevnar a Komariyan bû. Li wê eyaletê James Talarico yê berbijêrê Demokrat bi bidestxistina 55.4% dengên xwe serketin li hember Ken Paxtonê Komarî bi dest xist û piştî 38 salan bûye yekem Demokrat ku nûnertiya Texasê li Encûmena Pîran de dike, herwiha Gina Hinojosa karî posta walîtiya Texasê ji Greg Abbott wergire û dawî bi desthilata 3 deheyan a Komariyan li wê postê de bîne.

Li Ohio, Sherrod Brownê senatorê berê vegeriya û kursiyekî din bi dest xist, li South Carolina jî Annie Andrews serketin li hember Darlene Graham bi dest xist û bûye yekem jin di dîroka eyaletê de ku bigihîje Encûmena Pîran, li eyaletên North Carolina bi serketina Roy Cooper, Kansas bi serketina Hamilton û Iowa bi serketina Torres, kursiyên Encûmena Pîran di berjewendiya Demokratan de yekalî bûn, di heman demê de Demokratan kursiyên xwe li eyaletên giring ên wekî Georgia bi rêya Jon Ossoff û New Hampshire bi rêya Chris Pappas parastin.

Li hemberî vê paşvekişîna Komariyan, Donald Trump li ser tora civakî ya Truth Social ragihand, ku eger navê wî li ser karta dengdanê bûya bi cudahiyeke mezin dê bi ser biketa, lê belê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku amade ye danê bi encaman de binê û li gel Demokratan kar bike, di demekê de ku pêdagirî li ser bikaranîna mafê veto li dijî her proje yasayekê kir ku li gel karnameya wî neyê.

Di vê guhertina siyasî de, dengderên Kurd Amerîkî li çendîn eyaletên sereke beşdariyeke çalak hebû, li eyaletekî wekî Texas ku werçerxaneke dîrokî bi xwe ve dît, li bajarê Nashville ya eyaleta Tennessee ku wek mezintirîn baregeha Kurdan li Amerîka û Kurdistana biçûk tê nasîn, herwiha li eyaletên California û Virginia, nifşên cuda yên Kurdan mafê dengdana xwe bi kar anîn.

Ev beşdarî di vê hilbijartinê de rengvedana hevkêşeyên navxweyî yên Amerîka bû, di demekê de ku beşek ji nifşê kevin ê Kurdan meyldarê Komariyan bûn, nifşê nû û ciwanên Kurd hevşanê dengderên din ên Amerîkayê ji ber dilgiraniya wan ji bilindbûna lêçûna jiyanê û bandorên aborî yên şer, bi awayekî berçav dengê xwe dan berbijêrên Demokrat, ev yek jî bandora xwe li ser guhertina hevsengiyên xwecihî li wan navçeyan hişt ku pêşbaziyeke dijwar tê de hebû.

Sedema sereke ya têkşikandina Komariyan di vê hilbijartinê de vedigere bo nerazîbûna dengderan ji rewşa aborî, bi taybetî enflasyon û bilindbûna berçav a nirxê sotemeniyê ku ji ber hilgirsana şerê li gel Îranê çê bûye. Bidestxistina pirraniya Kongreyê desthilateke temam dide Demokratan da ku rê li ber damezrandina dadwer û berpirsên payebilind ên îdareya Trump bigirin û lêkolînên berfireh li ser siyasetên Koşka Spî dest pê bikin.

Ji aliyekî din ve, derketina civaka Kurdî wek beşek ji hêza dengder di vê qada berfireh de, ji bo du qonaxên dîrokî yên sereke yên koçberiyê vedigere:

Qonaxa yekem di salên 1975 û 1976an de bû, piştî têkşikandina şoreşa Îlonê bi sedema peymannameya Cezayîrê, di wê qonaxa dijwar de, Mistefa Barzanî rêberê bizava rizgariya Kurd, bi rêya hewlên dîplomasî û peywendiyên navdewletî li gel îdareya Amerîka û rêxistinên mirovî, piştgirî ji derbazkirina hezaran malbatên Pêşmerge û kadirên Kurd kir da ku berê xwe bidin Amerîkayê û ji metirsiya rejîma Baas parastî bin, ev malbat bûn yekem navika civaka Kurdî li bajarên Nashville û navçeyên din.

Qonaxa duyem a koçê di navbera salên 1991 û 1996an de rû da, ku ji encamên Şerê Kendavê, karevana mezin, paşan operasyona Xeta Aram bû bi rêya girava Guamê ve, dema ku bi hezaran welatî û çalakvanên Kurd hatin veguhestin bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.

Ev her du qonax wisa kirin ku ew malbatên ku ji penaberiyê ve dest pê kiribûn, îro bi rêya bidestxistina nasname û jidayikbûna nifşê nû ve bibin xwedî mafê dengdana destûrî, di hilbijartina vê carê de jî, ev pêkhate ji parêzerê doza neteweyî ya xwe li Washingtonê ve, bûne beşek ji hevkêşeya çêkirina biryara siyasî li navxwe ya Amerîkayê de.

___

Çalakiyên Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

Komîteya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Civîna Xwe Ya Duyemîn Lidarxist

KDC

Neteweyên Yekbûyî : Sê parên penaberên Ûkraynayê venagerin welatê xwe  

KDC