KDC

Bangawaziyek ji Serok Barzanî

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

 

Derbarê pêşhat û rewşa siyasî de, pêwîst e hemû alî vê yekê li ber çavan bigirin ku berjewendiya gelê Kurdistanê ji hemû berjewendî û armancên din mezintir e.

Li ser wê bingehê jî, daxwaz ji birayên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dikim ku ligel Partiyê (PDK) bi hev re rûnin, pirsgirêkan çareser bikin û dawî li krîza siyasî ya Herêma Kurdistanê bînin.

Gelekî jî hez dikim aliyên siyasî yên din ên Herêmê jî beşdarî li pengavên pêvajoya siyasî bibin, bi hev re hikûmeteke bingehfireh û niştimanî pêk bînin û bersiva daxwaz û xwestekên xelkê Kurdistanê bidin.

 

Mesûd Barzanî

9ê Mijdara 2026

___

Serok Barzanî: Rûbirûbûna encamên xirab yên Lozanê ne tenê li ser milê gelê Kurdistanê ye

KDC

Fransa û Brîtanyayê 157 koçber li Kanala Îngiliz rizgar kirin

Karzan

Eymen Zewahirî Piştî Salan Ji Nû Ve Derketiye Holê

KDC