KDC

Şandek bi nûnerayetiya Şefa Barzanî pîrozbahiya hilbijartinê li Kinyaz Hesenov, parlementerê Kurd ê Ermenistanê, kirin

Bi nûnerayetiya Şefa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, şandeke Nivîsîngeha Diyasporayê li Baregeha Barzanî li bajarê Yerîvanê serdana Kinyaz Hesenov, parlementerê Kurd li Ermenistanê kirin, bi mebesta gihandina peyama pîrozbahiyê bi boneya dûbare hilbijartina wî bo cara 4an li parlementoya wî welatî, her wiha gotûbêjkirina mijara yekxistina şiyanên revenda Kurdî li derveyî welat.

Şand ji Dr. Rênas Cano, Qehreman Osman û Tîtalê Kerem, Rêveberê Beşa Kurdî ya Radyoya Yerîvanê, pêkhatibû. Di hevdîtinê de silav û rêzên Şefa Barzanî gihandin Kinyaz Hesenov û pîrozbahiya serkeftina wî kirin wek nûnerê pişka pêkhateya Kurd li parlementoyê.

Her wiha bal kişandin li ser karnameya Konfederasyona Revenda Kurdistanî û Nivîsîngeha Diyasporayê li Baregeha Barzanî bo komkirina hemû Kurdistaniyên diyasporayê di çarçoveya navendeke hevbeş de, û tekez jî kirin ku xalên neteweyî yên wek ziman, dîrok, xwîn û ala divê bibin bingeha yekrêziyê û danîna aliyekî cudahiyên olî û mezhebiyan. Ji aliyê xwe ve jî Hesenov hevrêzî û piştgiriya xwe ya tevahî bo van hewldanên bi navê xizmetkirina doza Kurd dupat kir.

___

Li Almanya yê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, serdana çend Federasyon xwe û Komeleyên nû kir.

Harmn

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanê di Bîranîna Şehîdkirina Leyla Qasim û Hevalên Wê

Xelan

Serokê Xaça Sor Ya Navneteweyî Bangek Li Rûsyayê Kiriye 

KDC