KDC

Çendîn rêxistin daxwaz ji Kurdên diyasporayê dikin bi hawara lêqewimiyên Hewlêrê ve biçin

Naveroka daxuyaniyê:

 

Banga piştgirî û alîkariya mirovahiyê ji bo xelkê Hewlêrê

Hewlêr, ew bajarê ku her dem bûye penageh û piştgiriya xelkê lêqewimî, îro bi xwe pêdivî bi alîkariya me heye.

Ji ber baran û lehiya dijwar, bi hezaran malbat zirarê dîtine û hejmareke zêde mal û penagehên xwe ji dest dane. Serma û krîza sûtemenî û enerjiyê jî rewşa wan xirabtir kiriye.

Daxwazê ji hemû Kurdên Ewropa û cîhanê û ji hemû mirovdostan dikin, li gorî şiyana xwe alîkariya malbatên ziyanberketî bikin; bi bexşîna pere, xwarin, cil û bergên germ, sûtemenî û pêdiviyên sereke.

Hewlêr di dema pêdiviyê de ligel me bû; niha dora me ye ligel wan bîn!

Werin bi piştgirî û yekîtiyê li kêleka xelkê Hewlêrê bisekinin.

Hewlêr mala me hemûyan e û êşa Hewlêrê êşa me hemûyan e.

 

Dr. Viyan Yûsif

Serokê Giştî yê

Federasyona Diyasporaya Kurdistanî li Almanyayê

 

Dr. Mistefa Elî

Serokê Giştî yê

Yekîtiya Bijîşkên Kurd li Almanyayê

___

‏Merasîmek ji bo rêzgirtina çalakvana Kurd “ Pervîn Ekrem Cemîl Paşa” li Brukselê

Harmn

Li Fransayê Du Kes Bi Tawana Qaçaxiya Koçberan Hatine Girtin 

KDC

Îran, Partiyên Rojhilatê Kurdistanê Bombebaran Dikiye

KDC