KDC

Jineke Kurd bi endama desteya rêberîya mezintirîn rêxistina jinên Fînlandayê hate hilbijartin

Di destkeftiyeke dîrokî de bo jinên Kurd li diyasporayê, Xezale Girayî Ongoror, nûnera Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî, roja pêncşemê 12ê tişrîna duyê ya 2026ê li bajarê Helsînkî, bi piraniya dengan wek endama desteya rêberîya Yekîtîya Navendî ya Rêxistinên Jinên Fînlandayê hate hilbijartin.

Ev hilbijartin di navbera kongreya salane û ahenga 115 salîya damezrandina Yekîtîya Navendî ya Rêxistinên Jinên Fînlandayê de birêveçû, ku tê de 73 rêxistin û federasyonên jinan li ser asta wî welatî beşdar bûn. Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî bi şandekî bi serokatîya Şîrîn Zekî, seroka federasyonê û bi hevaltîya Mîdya, berpirsa Komîteya Fînlandayê û Xezale Girayî Ongoror, wek endameke fermî û xwedan mafê dengdanê li kongreyê de amade bû, ku di encam de nûnera wan bo xula sê salên 2027 ta 2029ê bawerîya piranîya dengdêran bi dest xwe ve anî.

Her li kongreyê de Rîtva Vîlîanên wek seroka nû ya yekîtîyê hate hilbijartin, hevmilê wê nûnera Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî, her yek ji Mêrvî Mêkî Nêste ji rêxistina, Elîna Pôkî ji rêxistina Kuurojen Liitto ry û Sala Rônî Pôranên ji rêxistina Soroptimist International Finland ry wek endamên nû yên desteya rêberî hatin destnîşankirin û biryar e desteya nû li 1ê kanûna duyê ya 2027ê bi fermî dest bi kar bikin.

Li alîyê xwe ve Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî, di gel pîrozbahî li Xezale Girayî Ongoror, seroka nû û tevahîya endamên desteya rêberî, spasîya bawerîya rêxistinên beşdarbuyî kir û ragihand ku ev serkeftin destkeftiyeke dîrokî ye bo tevahîya jinên Kurd li Fînlandayê û diyasporayê, da ku li qonaxa dahatû de dengê jina Kurd li navendên bilind yên biryardanê de bi bihêztir bihête bihîstin.

___

Şevger Zaza Pîrozbahî Li Navenda Revenda Kurd Kir

KDC

Rojavayê Kurdistanê Ber Bi Çolbûnê Ve Diçe

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî li başûrê Awûstralyayê bi koma Kurd re civiya  

KDC