Roja 15ê mijdara 2026an, Şefa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Ezîz Ziyayêvîç Elîyev, yê bi navê Ezîzê Ziyo Bedirxan tê naskirin kir, bi boneya ji nû ve hilbijartina wî wek Serokê Giştî yê Komeleya Berbangê ya Kurdên Qazaxistanê.
Di peyama Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî de hatiye diyarkirin ku bidestxistina %98.4ê dengan, ango dengê 61 nûneran ji 62 nûneran, nîşana bawerî û rêzgirtineke mezin a civaka Kurdî ya Qazaxistanê ye ji bo kesayetiya navborî û di heman demê de danpêdanek e bi têkoşîna wî ya bi salan di riya parastina ziman, çand, nasnameya neteweyî û yekîtiya Kurdan de. Di vê çarçoveyê de jî, Şefa Barzanî baweriya xwe anî ziman ku di serdema nû ya serokatiya wî de, Komeleya Berbangê dê bibe pireke bihêztir di navbera Kurdên Qazaxistanê, Kurdistanê û tevahiya Revenda Kurdistanî de û dê di rola xwe ya girîng de ji bo parastina mîrata çandî û bihêzkirina dostaniya gelan berdewam be.
Naveroka Peyamê:
Birêz Aziz Ziyayevich Aliyev (Ezîzê Zîyo Bedirxan)
Serokê Giştî ya Komeleya “Berbang” a Kurdên Qazaxistanê
Bi rêz û hurmeteke mezin ve, bi dil û can pîrozbahiya we dikim ji bo ji nû ve hilbijartina we wek Serokê Komeleya “Berbang” a Kurdên Qazaxistanê.
Bidestxistina we ya %98,4ê dengan, ango dengê 61 delegayan ji 62 delegayan, ne tenê bawerî û rêzgirtineke mezin a civaka Kurd a Qazaxistanê ji bo kesayetiya we nîşan dide, lê di heman demê de pejirandina xebata we ya bi salan e ji bo parastina çand, ziman, nasnameya neteweyî û yekîtiya Kurdan.
Em bawer in ku di serdema we ya nû ya serokatiyê de jî, Komeleya “Bearbang” dê bibe pireke bihêztir di navbera Kurdên Qazaxistanê, Kurdistanê û tevahiya Revenda Kurdistanî de, û dê rola xwe ya girîng di parastina mîrateya me ya çandî û bihêzkirina dostaniya gelan de bidomîne.
Careke din pîroz be! Serkeftin, tenduristî û temenê dirêj ji we re dixwazim.
Şefa Barzanî
Serperiştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanê
Baregeha Barzanî
15.11.2026


