KDC

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanê di derbarê desteserkirina serkirde û endamên Hevpeymaniya Hevbendî de

Daxuyaniya Konfederasyona Revenda Kurdistanê di derbarê desteserkirina serkirde û endamên Hevpeymaniya Hevbendî de

Naveroka peyamê:

Konfederasyona Revenda Kurdistanê, ji wê kampanyaya ewlehiyê ya ku berbanga roja 17-11-2026 li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hat kirin, dilgiran e, ku tê de 9 serkirde û kesayetiyên siyasî yên Hevpeymaniya Niştimanî ya Kurdistanê ya bi navê Hevbendî hatiye naskirin, hatin desteserkirin, her wiha biryara desteserkirinê ji bo 51 kesayetiyên din jî hatiye dayîn.

Li gorî baweriya me, Hevpeymaniya Hevbendî wek platformeke hevbeş a siyasî û sivîl, bi awayekî aştiyane ji bo derbirîna daxwazên rewa kar dike. Çalakiya siyasî û sivîl û azadiya raderbirînê bingehên sereke yên demokrasiyê ne, ku dewleta Tirkiyeyê li ser hatiye avakirin, lewma rûbirûbûna wan bi rêkarên ewlehiyê, zirarê dide aramî û aştiya civakî.

Ji nêrîn û baweriya me bi mafên neteweyî yên gelê Kurdistanê, em piştgiriya xwe ji bo karê siyasî û sivîl û dabînkirina azadiya siyasî li hemû wan welatên ku Kurdistan li ser hatiye dabeşkirin, dubare dikin û ji civaka navneteweyî û welat û saziyên demokratîk dixwazin, ku bi pabendbûna bi prensîbên demokrasiyê û azadiya raderbirînê, ji hikûmeta Tirkiyeyê bixwazin, desteserkiriyan azad bike û bi awayekî demokratîk û azad bi vê pirsgirêkê re tevbigere.

 

Konfederasyona Revenda Kurdistanê

17-11-2026

___

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi tundî hêrîşa li ser Mir Hazim Tahsîn Beg li Berlînê şermezar dike.

Harmn

Bi çavdêriya Serok Barzanî, sibê 1. kongreya Federasyona Nivîskarên Kurdistan- Diyasporayê li Almanyayê tê lidarxistin

Karzan

Penabereke Rojhilatê Kurdistanê li Yewnanistanê canê xwe jidest da

KDC