Dr. Feryad Fazil, nivîskar û zimannasê Kurd di daxuyaniyekê de tekez dike ku yekîtî her dem pêdiviya herî sereke ya neteweya Kurd bûye, her wiha hişyariyê dide ku belavbûn û veqetîna navxweyî rê ji bo serdestiya dewletên herêmê xweş dike.
Dr. Feryad Fazil di axaftina xwe de bal kişand li ser wê yekê ku mezintirîn pirsgirêka Kurdan di dîroka kevin û hemdem de nebûna yekîtiyê bûye di serdemên cuda de, wek mînakek dîrokî li nêrînên Ehmedê Xanî bi bîr anî û diyar kir ku 350 sal berê wî helbestvanê neteweyî yê Kurd misogerkirina cih û serweriya Kurdan bi şertê lihevkirin û yekbûnê ve girêdabû.
Di heman demê de wî zimannasî heman peyam û hişyariya dîrokî dubare kir û anî ziman ku qonaxa niha roja yekbûn û hevahengiyê ye, ne dûrketin û parvebûnê, li gorî baweriya Dr. Feryad Fazil, veqetîn û nakokî mîna agirekî ye ku laşê neteweya Kurd dişewitîne û ber bi tunebûnê ve dibe.
Di beşekî din ê daxuyaniya xwe de, wî nivîskarî bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn û amaje bi wê yekê kir ku ew dewletên ku di paşeroj û niha de destê xwe xistine nav jiyan û çarenûsa neteweya Kurd, her tim li benda wê rojê ne ku Kurd ne yekgirtî bin, her wiha hişyarî da ku di dema belavbûnê de, ew hêz û dewletên mezin bi hêsanî desthilat û serdestiya xwe li ser Kurdan ferz dikin û neteweya Kurd bêyî yekîtiyê nikare li hemberî wan desthilatan bisekine û rû bi rû bimîne.
Di axaftina xwe de, Dr. Feryad Fazil pesindan û hezkirina xwe ji bo hemû kes û aliyên ku niha daxwaza yekbûna Kurdan, nêzîkbûna hev û rêgirtina li veqetîna navxweyî dikin, anî ziman

