KDC

Daxuyaniyek ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Malbatên serbilindên şehîdan..

Gelê xweragir û têkoşer ê Kurdistanê li hundirê welat û di diyasporayê de..

Em wek Konfederasyona Revenda Kurdistanî, li kêleka we û bi dilgiraniyeke kûr ve, çavdêriya daxuyanî û helwestên dawî yên Serokwezîrê Iraqê yên li hember bi Herêma Kurdistanê dikîn.

Wekî ku dizanin, Herêma Kurdistanê her tim li ser pabendbûna bi destûrê û parastina mafên destûrî yên gelê me israr kiriye, ji ber vê yekê xwestina wan mafên rewa nabe ku bibe sedema çêkirina alozî û kûrkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Bi navê revenda Kurdistanî, em ji we yên hêja re radigihînin ku em her hewldan û helwestek ku armanca wê lawazkirina Herêma Kurdistanê, têkdana aramiyê û binpêkirina mafên wê yên destûrî be, bi tundî şermezar dikin.

Xûşk û birayên birêz, parastina ewlehî, aramî û destkeftiyên Herêma Kurdistanê ji bo me û ji bo hemû Kurdistaniyên diyasporayê girîngiyeke taybet heye, tevî dûrbûna cografî, dil û hişê me her tim bi we re ye û em parastina Herêma Kurdistanê wekî erkekî niştimanî û bê şert dibînin, em xwe wekî xizmetkar û Pêşmergeyên parastina maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê dibînin.

Di baweriya me de tu tawîzek li ser mafên destûrî û li hember binpêkirina wan nayê kirin û nabe ku tu berjewendiyeke siyasî li ser destûr û mafên rewa yên welatiyên Kurdistanê be.

Di vî warî de, em ji Hikûmeta Federal a Iraqê û hemû aliyên siyasî yên peywendîdar dixwazin, di bin sîwana diyalog û têgihiştina hev de û li ser bingeha pabendbûna bi destûrê, hevbeşiya rastîn, wekhevî û rêzgirtina hevdu li hev bikin û bi berpirsyarî gav bavêjin ji bo dîtina çareseriyeke dadperwer û berdewam ji bo hemû nakokiyan, dûr be ji zimanê gef, zext û pevçûnên siyasî.

Welatiyên hêja, em tekez dikin ku diyalog riya çareseriyê ye, destûr bingehê hikûmdariyê ye û parastina mafên destûrî jî stûna hevbeşî û jiyana hevbeş a aştiyane ye, yekîtî û hevdengiya gelê me li hundir û diyasporayê, bihêztirîn mertal e ji bo parastina aştî, aramî û destkeftiyên me.

Her serbilind û serfiraz bin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
24ê Mijdara 2026an

___

Rojavayê Kurdistanê ji bîr nekin!

Harmn

Kanada : Navenda Rewanda Kurdistanî referandûm pîroz kir

KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Viyanayê û Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê li Awûstûryayê li hev civiyan 

KDC