Şandeke Konfederasyona Revenda Kurdistanî di xwepêşandana bi dehan hezar kesî ya roja pêncşemê 26ê Mijdara 2026an li bajarê Hewlêrê de beşdar bû, ku bi armanca piştgirîkirina ji pêgeha destûrî, qewareya yasayî û destkeftiyên Herêma Kurdistanê hate lidarxistin.
Şande bi nûnertiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî ji Mister Kurd, berpirsê Nivîsîngeha Têkiliyên Navneteweyî yên Konfederasyonê, û Haşim Sindî, serokê Navenda Revenda Kurdistanî li Edmonton a Kanadayê pêk hatibûn.
Di çarçoveya beşdarbûna wan de di xwepêşandana cemawerî ya paytexta Herêma Kurdistanê de, şanda Konfederasyonê rêze hevdîtin û gotûbêjan digel hejmarek ji berpirsên bilind ên hikûmî û siyasî, rojnamevan, kesayetiyên diyar û welatiyên Herêma Kurdistanê pêk anîn.
Şanda Konfederasyona Revenda Kurdistanî di hemû hevdîtinan de piştgiriya alîgir a Konfederasyonê û diyasporaya Kurdistanî ji bo Herêma Kurdistanê, parastina pêgeha wê ya destûrî û maf û destkeftiyên wê li hemberî pengav û biryarên neyasayî yên Bexdayê dubare kir.
Xwepêşandana berfireh a Hewlêrê di 26ê Mijdara 2026an de li nêzîkî Qelaya Hewlêrê bi beşdariya bi dehan hezar welatî ji hemû çîn û tebeqeyan hate lidarxistin, wekî bertekeke cemawerî li hemberî wan biryarên îdarî, yasayî û ewlehî yên ku di 24ê Mijdara 2026an de ji aliyê Hikûmeta Federal a Iraqê ve derbarê deriyên sînorî, destûra hinartina petrolê û kêlgehên petrolê de hatibûn derxistin.
Biryarên Bexdayê nerazîbûneke tund a saziyên fermî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li pey xwe anîn û wekî hewleke alîgir ji bo sepandina navendgeriyê û binpêkirina mafên destûrî hatin şîrovekirin. Di heman demê de her di 24ê Mijdara 2026an de, Konfederasyona Revenda Kurdistanî di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe ya kûr anî ziman û her hewleke ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê şermezar kir, tekez jî kir ku parastina ewlehî, aramî û destkeftiyên Herêmê erka neteweyî ya bêşert a Kurdistaniyên diyasporayê ye.


