Di çarçoveya çalakiyên çandî de, Pirtûkxaneya Kurdî li Swêdê semînerekî gotûbêjê ji bo her yek ji Maria Leissner û Lena Insulander, du kesayetiyên diyar û dostên kevin ên gelê Kurd, saz kir, ku tê de bal kişandin ser ezmûna têkiliyên xwe bi doza Kurd re û tekez li ser girîngiya parastina pêgeha Kurdistanê û rêzgirtina li mafên gelê Kurd kirin.
Semîner bi pêşwaziya Newzad Hirorî, rêveberê Pirtûkxaneya Kurdî, dest pê kir û ji aliyê Şermîn Bozarslan ve hate birêvebirin. Di beşa yekem a semînerê de, Maria Leissner, seroka berê ya Partiya Gel a Swêdê, balyoza berê ya Swêdê li gelek welatan û seroka Weqfa Pirtûkxaneya Kurdî, behsa serdanên xwe yên li kampên penaberên Başûrê Kurdistanê li Mûş, Mêrdîn û Diyarbekirê, ku di encama operasyona Enfal kirin ku li komkujiyê de neçar bûbûn warên xwe biterikînin.
Leissner amaje bi wê yekê kir ku piştî wan serdanan, gelek pêşniyar ji bo alîkariya zarok û malbatên penaber gihandine Parlementoya Swêdê û behsa wê yekê jî kir ku di dema serdaneke çend hefteyî de bo Kurdistanê bi armanca sazkirina semîneran, dilgermiya xelkê ji bo avakirina civakeke demokratîk bala wê kişandiye. Di heman demê de wê ew yek jî bi bîr anî ku di sala 1990an de ligel hejmarek parlementerên din pêşniyara damezrandina navendeke Kurdî pêşkêşî Parlementoya Swêdê kirine.
Ew hewldanên dostên Kurd li Swêdê, di qonaxeke hestiyar a piştî komkujiyên Enfalê de, roleke girîng hebû di gihandina dengê penaberên Kurd de bo parlemento û navendên biryarder ên Ewropayê û bingehek ji bo damezrandina navendên çandî û dostaniyê li diyasporayê xweş kir, ku îro Pirtûkxaneya Kurdî li Swêdê wek navendeke diyar a parastina arşîv û çanda Kurdî berdewamiyê dide wê rêyê.
Di mijareke din a semînerê de, Lena Insulander, endama desteya rêveberiya Weqfa Pirtûkxaneya Kurdî û seroka çendîn salan a Komeleya Dostaniya Kurd û Swêdî, ku xwendina bilind di warên endezyariya teknîkî ya elektrîkê, xwenasî û mamostetiyê de bi dawî aniye, behsa wan kesayetiyan kir ku bandorê li ser wê kirine û bal kişand ser dîroka têkiliyên xwe bi Kurd û Kurdistanê re.
Di hevdîtinê de her du mêvanan piştgiriya xwe ji bo Kurdistanê dubare kirin û wek rêzgirtinek ji bo hewl û dostaniya wan a berdewam, pirtûk û diyariyên taybet pêşkêşî wan hatin kirin.

