KDC

Li Parîsê rêzê li Pêşmerge û şehîdên Kurd û Fransayê girtin

 

28ê Mijdara 2026an, li navçeya 15an a bajarê Parîsa, paytexta Fransayê, bi beşdariya berpirsên şaredariya Parîsê, hejmarek general û şervanên kevin ên Fransî, Pêşmergeyên kevin û girseyeke berfireh a revenda Kurdistanî, merasîma rêzgirtinê li hêza Pêşmerge û şehîdên Kurd û Fransayê di rêya azadiyê de hate lidarxistin.

Merasîm bi dirûşma “Yekgirtî ji bo cîhaneke azad”, bi hevbeşiya Komeleya Biratî û Dostaniya Fransa û Pêşmerge, Konfederasyona Revenda Kurdistanî û Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê, her wiha bi beşdariya koma folklorî ya Yek Welat hate sazkirin.

Di beşên wê de taca gulan li ser monomenta şehîdan li baxçeyê Eugène Gendy hate danîn, beşdarvanan serdana Rêya Pêşmerge kirin li nav Parka André Citroënê û li hola camî ya Parka André Citroënê pêşangeheke wêneyan a taybet bi Pêşmerge hate vekirin, di heman demê de gotarên Nûnertiya Hikûmeta Herêmê û Philippe Dollard, serokê Komeleya Dostaniya Fransa û Pêşmerge, hatin xwendin.

Şukrî Berwarî, cîgirê serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, di daxuyaniyekê de bo malpera Konfederasyona Revenda Kurdistanî ragihand: Her çend berê jî çendîn caran ev boneya li Fransayê hatibe lidarxistin, lê îsal Konfederasyona Revenda Kurdistanî mebesta wê ewe bû ku bi awayekî berfirehtir û bi amadebûna hejmareke zêde ya endamên xwe beşdar bibe.

Berwarî di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser wê yekê ku bi navê Şefa Barzanî, Serpereştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî, gotarek pêşkêş kir, ji ber ku ji ber erkên din nekarîbû amade bibe û got: Di gotarê de me behsa nirx û prensîbên Pêşmerge kir û wek kadroyeke tenduristiyê ya salên heştihan yên sedsala borî di nav rêzên şoreşê de, Pêşmergeyekî kevin ê birîndar wek şahidekî zindî bi amadebûyan da nasîn ku wê demê min bi xwe dermankirina wî kiribû, got jî: Me bal kişand ser rola mezin a jinan di şoreşa Kurdistanê de, ku di dema ablûqeya aborî de mil bi milê Pêşmerge di rêxistinên veşartî û perwerdekirina nifşeke nû bi nasnameya neteweyî ve şopa wan diyar bû û me ew rastî dubare kir ku wekheviya tevahî di navbera jin û mêr de di nav rêzên Pêşmerge de heye û em ber bi demokrasiyê ve gav diavêjin.

Derbarê girîngiya vê çalakiyê di vê qonaxê de, Berwarî bo malpera Konfederasyona Revenda Kurdistanî zelal kir ku lidarxistina vê merasîmê di demekê de ye ku gef li qewareya Herêma Kurdistanê tê xwarin, lewma amadebûna general û berpirsên Fransî û pêşwaziya wan a germ peyameke zelal bû ji bo selmandina dostanî û hevpeymaniya di navbera Kurd û Fransayê de. Her wiha tekez kir ku ev pengav dikevin çarçoveya stratejiya du mijarî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ku ji parastina çand, ziman, dabûnerît û nasnameya neteweyî di nav mala Kurd de li aliyekî û pêşxistina têkiliyên dîplomatîk û lobîsaziya Kurdî li Ewropayê li aliyê din pêk tê.

___

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rêya kontrolkirina Corona destnîşan kir

KDC

Agahdariyek Ji Navenda Revenda Kurd Ji Bo Kurdên Li Derveyî Welat

KDC

Peykerê jina kurda, êzîdî, dayîk(Gulê).

KDC